Saziya NY ya bo zarokîniyê (UNICEF) diyar kir ku zêdetir ji hezar zarokî li tevaya Sûriyê her ji destpêka îsal ve hatine kuştin, hevdem ligel êrîşên leşkerî yên zaf ên hêzên Rijêmê û palpiştên wê li ser çend navçeyên cuda cuda û bi taybetî li ser navçeya Xûta Şamê ya rojhilat.
Û hin kenalên ragihandinê li ser zarê çalakvanên Xûtayê belav kiribûn ku duhî roja sêşemê xwîndartirîn roj bû li gor rojên borî, ku têde nêzîkî 100 sivîlî hatin kuştin tevlî bi dehên zarokan.
Bergiriya sivîl ya Sûrî gotiye ku tîmên wê berdewam radibin bi rakirina termên kuştî û laşên birîndaran ji bin wêrankariyan, û bal kişandiye ku gelek kes di binê erdê de hatine kuştin û derxistina termê wan karekî zehmet e.
Endamê (UNICEF), Christoph Pollerack, gotibû ku “jiyana di binê erdê de bûye jiyaneke asayî li navçeyên Xûta rojhilat ya dorpêçkirî, ku têde nêzîkî 400 hezar kes dijîn, û li gor ajansa “Reuters” gelek xêzan her ji heyva borî di qeboyên binê erdê de dijîn û di hin qeboyan de nêzîkî 200 kesî dijîn”.
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî û encûmena Îslamî ya Sûrî dîtin ku Rûsiya li behaneyan digere ji bo koçberkirina xelkê Xûta rojhilat û çêkirina guhertina demografî, û cext kirin ku hemû pêşniyarên ji bo rawestandina kiryarên qirkirinê li navçeyê, ji aliyê Mosko hatin redkirin.
Ji aliyê xwe ve, serokê desteya danustandinên Sûriyê Nedir Elherîrî bal kuşand ku Rijêm û herwiha Rûsiya bi carekî pabendî bi biryara 2401 nekirine, û ev yek vegerandin bi sedemê nebûna mîkanizmên bicihkirina biryara hatî standin ji aliyê Konseya ewlekariyê, û dît ku ev yek rastgoya NY taqî dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî