Saziyin navdewletî yên guhdanê bi mafên xzarokan dikin, matmayîn û şokbûna xwe anîn ziman ji raporên vê dawiyê yên derbarê binpêkirinên dijî zarokan dibin, li deverên kêmkirina şer li bakurê Sûryê, û amaje kir ku ew hêzên êrîşan dikin piransîbên bingehîn ên parastina zarokan ji kok de piştguh dikin, û ev yek dê encamên xerab li tevaya welat bihêle.
Û rêvebira cîbicîkar ya saziya UNICEF, Henrita For, doh daxwiyaniyek derxist derbarê êrîşa li ser gundê “ Mihembel” li gundewarê Idlibê, û tekez kir ku “ ev kiryarên tirsnak bûne sedema çêbûna gelek qurbaniyên zarok”.
Û saziyê got ku wê piştrast kiriye ku “ herî kêm heft zarok di êrîşa li ser gundê Mihembel hatine kuştin”, li gor raporên dibêjin ku piraniya kuştiyan ji derbideran in, ewên ku berê jî neçar bibûn ku koçber bibin ji encama pêlên tundûtûjiyê.
Û Henrîta For tekez kir ku paşguhkirinek diyar ji saxlemî û xweşiya zarokan re heye, û got: “ Di van êrîşan de pir xwiya ye”, û daxbarbûna xwe bi van bûyeran anî ziman, û anî ziman ku “ dilê min parçe dibe ji ber jiyanjidestdana van zarokan, û her weha tevaya zarokên deverê yên ku hîn tûşî ziyanê dibin”, û armanckirin bi “êrîşa tirsnak” bi nav kir.
Û rêvebira cîbicîkar ya saziyê aliyên kartêker û yên desthilata wan li ser wan heye han dan li ser dabînkirina parastina zarokan ji tundûtûjiya berdewam li bakurê Sûryê û tevaya xaka wê.
Û ew êrîşa dawî di çarçoveya zêdekirina asta şer ji aliyê hêzên rêjîmê de di heyvên vê dawiyê de ye, tevlî deverên başûrî Idlibêû bakurê Helebê û bakurê Hemayê, li gor daxwiyaniya ku amaje herî kêm bi kuştina 140 zarokan li deverê ji destpêka salê de kiriye.
Û balafirên rijêmê yên Helicopter , komelkujiyên tirsnak li bajarokê “Mihembel” li gundewarê Idlibê roja înê pêk anîbûn, û 14 kesên ku piraniya wan jin û zarok in bûn qurbanî, ji encama bombebarana bi bermîlên teqîner.
Tê zanîn ku tevgerin derbideriya berdewam ji bajarok û deverên berfireh li gundewarê Idlibê heye , ber bi deverên sînorî li gel Turkyê de, ji encama bombebarana asîmanî û ya bejayî ya rêbazkirî ji aliyê rêjîmê û Rûsiya ve li ser deverê.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî