Komîta “Dadî û Lêpirsîna Navdewletî” ,ya ko komek ji pisporên navdewletî ne, anî ziman ko 700hezar belgeh hene binpêkirinên rêjîmê tekez dikin, ew belge ji erşîfa ewlekariya Sûriyê hatine derêxistin û wan di rêya toreyeke nehênî re bidest xistine.
Acansa Royterz li ser zimanê vekolînerin Komîtê doh çarşembê got: hin belge yên operasiyonên êşkencekirinê û yên kuştina girtiyên Sûrî di zindanên rêjîmê de ne, û yek din derbarê pirsa berpirsiyarekî mezin yê rêjîmê ye dema dibêje: (ka emê ji bo sarinca Nexweşxaneyê çi bikin) ew sarinca ko bi termên miriyên bênasname dagirtî ye.
Vekolînerê navdewletî Wilyem Wîlî yê ko di dadgehên tawanên cengê de yên bi ser Netewên Yekbûyî ve kar kiriye got: “dezgeheke ewlekarî û sîxurî û leşkerî û siyasî ji hindirê rêjîma Beşar belgeh amade kiriye. ”.
Wîlî berdewam kir: komît hewil dide ji bo dadgehkirina rêjîmê li gora pîvanên Normbêrc, her weha balyozê Emerîkî yê berê yê kêşeyên tawanên cengê Stîvin Rab got ku rêjîm dokumentin hûrbîn libal xwe parastine û li gora Rab “ev tê wateya ku ev belge kêşeyê tevî bidawî dike ”.
Li gora vekolîneran hemû dose li cihekî nehênî li Ewropa hatine veşartin, bi amanca desthilatên dadwerî yên xwecihî lê binerin, an jî bên dan ji bo dadgeheke navdewletî ya dibe ku di paşerojê de bête damezirandin.
Wekîlê bilind yê mafê mirovan yê Netewên Yekbûyî Zeyd Re’d Elhuseyn berî du rojan Sûriya wek (odeya êşkenceyê) dabû salixdan, û daxwaz kir ko di cih de hemû girtî ji zindanên rêjîmê bêne berdan.
Berê jî vekolînerê navdewletî Wilyem Wîlî got: “belgehek ji rêjîmê sala 2011ê derketiye, têde fermana girtina xwepêşinderan û kesên ko têkiliyên wan bi dezgehên ragihandinê yên biyanî re hene dide. di filmekî dokumentî Wîlî amade kiriye bi navûnîşana (Sûriyên hatine veşartin…. kêşeya li dijî Esed in”.
Filmê dekomentî, yê ko di Mehrecana Film Û Melbenda Navdewletî ya mafê mirovan li bajarê Cinêvê yê Siwêsrî di vê hefteyê de lidar ket, hevdîtin digel girtiyin berê û hin dayikên ko zaroyên xwe ji dest dane ji gava rêjîmê cenga xwe li ser milet ragihandiye pêşkêş kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans