Wezareta Derve ya Amerîka pesnê karê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî da, li ser destnîşankirina berpirsyarên êrîşên çekên kîmyayî li Sûriyê, û bal kişand ku encamên di raporta rêxistinê de hatine, berpirsiyariya rejîmê di ber êrîşa kîmyewî li dijî bajêr, di meha nîsanê borî de, diyar dike.
Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî roja pêncşemê got ku “bikaranîna gaza kilorê ji aliyê rêjîma Esed wek çekek kîmyayî, dibe binpêkirin ji pabendiyên wê bi peymana Çekên Kîmyayî re, herweha biryara 2118 ya Konseya Ewlekariyê”.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka de hat ku “qurbanîyên vê êrîşa hovane û malbatên wan hêjayî dadperweriyê ne, û ev gaveke giring e ji bo sizadana berpirsyarên wê”.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, di 3’ê vê mehê de amaje bi encamên raporta dawiyê ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî kiribû, û bang li Konseya Ewlekariyê ya NY û dewletên kartêker kiribû, ji bo kar li ser bingeha encamên wê bikin, û tedbîrên pêwîst bistînin ji bo cezakirina aliyê berpirsiyar li gor sozên xwe yên ji bo bersivdanê di dema bikaranîna çekên kîmyayî careke din li Sûriyê.
Ku li 7’ê meha nîsana borî, êrîşeke kîmyayî bû sedema mirina 60 kesî, û birîndarbûna hezar kesên din, bi riya kampanyeke leşkerî ji aliyê rejîmê bi piştgiriya Rusya, ji bo kontrolkirina Xûta rojhilat.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê