Amerîka di riya Balyozxaneya xwe li Şamê, cext kir ku yasaya Qeyser ya cîbibcîkirina sizayên aborî li ser rêjîma Beşar Elesed ne tersî alîkariyên mirovahî yên ji bo Sûriyan e.
Û balyozxaneyê di riya rûpela xwe ya fermî li ser tiwîterê got ku, bi destpêkirina cîbicîkirina sizayan li gorî yasaya Qeyser, Washington bi gihandina piştgiriyên mirovahî yên navdewletî ji sivîlên li Sûriyê re di riya hevrêzkarên cihê baweriyê yên hevkarên navdewletî re pabend e.
Û Nûnera Amerîkî li ba netewên yekbûyî, Kelly Knight Craft, Encûmena Ewlekarî duh sêşemê agahdar kir, ku welatê wê dê îro çarşemê dest bi cîbicîkirina yasaya Qeyser ji bo parastina mirovan li Sûriyê bike, daku nehêle rêjîm ti serkeftinên leşkerî pêk bîne.
Û Craft got ku armanca me ew e ku rêjîm nema karibe sûdê bibîne ji aboriya ku piştgiriya wê di binpêkirin û tewanên metirsîdar yên berfirhe de bikar tîne, ew kiryarên ku nahêlin dest bi çareya sîyasî bibe, û derfetên aştiyê kêm dikin.
Tê zanîn ku Kongirêsa Amerîkî bi herdû Encîmanên xwe ve, ya Nûneran û ya Pîran, biryara vê yasayê di 11 kanûna pêşîn di 2019an de dabû, ku îro 17 hezêranê dê têkeve qonaxa bicîkirinê, û çarçoveya sizayan berfireh bike û bighîne hin dewlet û komelgeh û kesên biyanî yên piştgiriya rêjîmê dikin, an ewên di warê bazirganiyê de pê re danûstandinê dikin. Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî