Amerîka, duhî li roja înê, navê rêxistineke din xist di nava lîsteya rêxistinên terorîst de, û sizayên nû hatin sepandin li ser toreke Libnanê ya radibe bi sipîkirina peran û bazirganiya keresteyên hoşbir ji bo milîsên “Hizbulah”.
Wezareta Gencîneya Amerîka di daxuyaniyekê de got ku navê “Qasim Şamas” û “rêxistineke spîkirina diravan ya wî, û “kompaniya Şamas” tevlî lîsteya xwe ya reş ya taybet bi sizayan kir.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ev “tora navnetewî” radibe bi spîkirina kujmên mezin ji diravên keresteyên hoşbir li cîhanê û mehane bi bihayê heta “deh milyon dolaran”, û li gor daxuyaniyê ew herwiha radibe bi “rêxweşkirina veguhestina diravan ji bo Hizbulah”.
Daxuyaniyê li ser zarê Alîkarê Wezîrê Xezîneyê, Segal Mandlkr got : ku ev siza tên di çarçoveya “kampaniyeke çavrênekirî ya rêveberiya Amerîka de ji bo rê bigire li pêşiya Hizbulah û terorîstên cîhanê ji sûdwergirtina ji tundutijî û gendelî û bazirganiya keresteyên hoşbir”.
Alîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîka yê karubarê jinavbirina piştgiriya terorîzmê, Marshall Billingsley bal kişand ku “serkeftina sizayên Amerîkî li ser zuhakirina çavkaniyên piştgiriyê, ji axaftina Sekreterê Giştî yê Hizbulah, Hesen Nasralah xuya dibe” û got ku “rêxistineke terorîst li Kolombiya qeçaxçîtiyê ji bo Hizbulah bi sedan milyon dolar dike”.
Li gor Washington, ku kompaniya hatiye zêdekirin li nava lîsteya wê ya reş, li 9 welatan kar dike, li Amerîka, Fransa, Îtalya, Spanya, Holanda, Australia, Brezîlya, Kolombiya û Venezuelayê.
Herwiha raporteke berê ya kovara “Der Spiegel” ya Almanî diyar kiribû ku li Hizbulaha Libnanê mifayê dibîne ji bazirganiya keresteyên hoşbir li Amerîkaya Latînî, bi taybetî jî bi rêya Venezuela, ku tora Libnanê li vî welatî kar dike”.
Herwiha rojnameya “Global News” ya Kanadian li meha borî eşkere kiribû, ku Amerîka bi hevkariya hin hewalgeriya navnetewî karîn torekê helweşînin ku girêdayî çeteyên “No Oovisina” ya Kolombiyayê bû, ku karê qaçaxê bi milyaran dolar dikir, ji bo pirçekirina çalakiyên milîsên “Hizbulah”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, mîlîsên Hizbulaha Libnanê bi hevparekî serekî yê rêjîmê di şerê li dijî gelê Sûriyê de dibîne, û diyar kir ku çekdarên Hizbulah yên mezhbperst radibin bi roleke terorîstî di herêmê de, û hewl didin ji bo bêaramiyê û prydakirina nakokiyên mezhebî bi rêya handan û sabotaj û terorê.
Washington “Hizbulaha Libnanê” bi “pêkanîna hejmarek ji êrîşên li dijî saziyên xwe yên li derveyî welêt di berjewendiya hikûmeta Tehranê gunehbar dike, di nav de êrîşeke xwekuj li dijî balyozxana Amerîkî li Beyrûtê, li nîsana 1983, û êrîşa li dijî peydeya deryayî ya Amerîkî li Beyrûtê di çiriya 1983 de, û êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkî li Beyrûtê di mijdara 1984 de “.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî