Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê duhî roja sêşemê eşkere kir, ku wê sizayên darayî xistin li ser bazirganekî bilind yê Sûrî û tora wî û hevparên wî ji ber piştgiriya wî ya rasterast ji rejîma Beşar Esed re, û hêsankirina anîna nefta Îranê.
Wezareta Xezîna Amerîkî, bazirganê Sûrî Semîr Foz, û hin endamên malbata wî û karsaziya wî ya bazirganiyê xistin di nava lîsteya sizayên aborî ya reş de.
Alîkarê Wezîrê Xezîna Amerîkî ya karubarên terorê û hawalgeriya darayî, Segal Mandlkr, diyar kir ku “bazirganê Sûrî rasterast piştgiriyê dide rejîma Esed ya kujer û veberhênanên mezin saz dike li ser dizîna zeviyên kesên ji ber hovîtiya wî reviyane “.
Û du kompanî yên ku baregehên wan li Libnanê ne li ser lîsteya reş hatin zêdekirin, yek binavê “Sînrcî SEL” û “BS Company” bi doza anîna petrola Îranê ji bo Sûriyê di demekê de ku Amerîka sizayên xwe li ser firotina nefta Îranê xurtir dike.
Herwiha kanala televizyona “Lena” û hotala “For Sîniz” li Şamê, ku rêvebirina wan ji aliyê Samîr bi awayekî rasterast dibe, ket di nava lîsteya sizayên rojavayî de, û hevdem ku sizayên Amerîkayê wek blokkirina sermayê heyî yên kes û sazîyên pêwendîdar li wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, û bêparkirina wan ji sûdwergirtina sîstema darayî ya navnetewî.
Tê zanîn ku Yekitiya Ewropayê jî berî niha siza sepandibûn li ser piraniya kompaniyên hatine sizakirin ji aliyê Amerîka ve di meha çile de, û bi taybetî her birayên bazirgan, Husên Foz û Amir Foz, yên kompaniyeke taybetmend bi bazirganiya dexludan, şekir û alavên pîşesaziya petrolê dikin.
Yekitiya Ewropayê piştre sizayên xwe li ser rejîma Esed berfirehtir kiribûn, û lîsteyek derxist li ser 11 kessyetî û 5 kompaniyan, ku hemû kar dikin di warê veberhênana avakirinê de, di nav de bazirganê navdar Samir Foz yê nêzîkî rejîma Esed.
Ku Foz ji aliyê YE bi piştgiriya rejîma Esed û bi piştgiriya aborî ji bo hin milîsên wê weke milîsên mertalê ewlekariya leşkerî hatibûn tometbarkirin, wek bazirganekî ji bo kirîna dexludan ji bo berjewendiya rejîmê, herwiha wek hevparek di projeyên avakirinê de, li gor teksta biryara Yekîtiya Ewropayê.
Ambargoyên YE, ku bi berdewamî ji sala 2011 heta 2014, yek ji cezayên herî girîng di dîroka Yekîtiya Ewropayê de ne, ku qedexekirina her cure têkiliyên bazirganî yên Ewropayê bi rejîma Esed re li xwe digire, bi taybetî di warê bazirganiya petrol û berhemên petrolê de.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat