Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka got ku divê Îran destê xwe ji Sûriyê vekişêne û piştgiriya xwe ya ji Hizbulaha Libnanê re û ji rêxistina Elqa’îde re rawestêne, û hevdem ku ji aliyê Amerîka sizayên aborî yên tund li ser Îranê hatibûn sepandin ji encamê kiryarên wê di navçeyê de.
Mike Pompeo, di destpêka wergirtina postê xweyê nû wek Wezîrê derve yê Amerîkayê, bi tundî gef li Tehranê xwar bi bikaranîna hêza Amerika ya aborî û leşkerî ji bo têkbirina aboriya wê û jinavbirina çete û birêkarên wê li tevaya cîhanê, tevlî ku Amerîka ji rejîma Îranê daxwaza bicihkirina 12 xalan kiriye, derbarê pirojeyên rijêma Îranê yên derve û bernamê wê yê otomî û mûşekan.
Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî di axiftinekê de got ku Îran bi mana xwe ya li Sûriyê beraberiya Rûsya û civaka navdewletî dike, û destnîşan kir ku Îran deshilatdarê rasteqîn yê Sûriyê ye.
Pompeo, “daxwaz ji rijêma Îranê kir ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişêne, û daxwaz kir ku piştgiriya xwe ji bo Hizbulaha Libnanê rawestêne”, û daxwaza bidawîkirina piştgiriya ji Talîbanê re kir, û nema herêmên aram ji “terorîstan” re peyda bike.
Wezîrê derve gefên sizayên bêmînak li Îranê xwarin, dema ku daxwazên wê cîbicî neke û bimîne berdewam di siyasetên xwe de, û got ku sîstema sizayên aborî li ser Îranê dê bihêztirîn siza bin di dîrokê de.
Û got ku pêdiviye “rijêma Îranê bizanibe ku ev bitenê destpêk e, û wê sizayên zêdetir pêk werin heger reftarên xwe neguhere”, û bal kişand ku Waşington rê nade Tehranê ji bo Rojhilata Navîn dagîr bike.
Herwiha tekezî kir li ser giringiya ku îzin ji Ajana Navneteweyî ya Otomî bête dan ji bo serdana ji nişkêve bo Îranê, û eşkerekirina karsaziyên xwe û şirovekirina bernamê xwe yê otomî û bidawîkirina bernamê xwe yê çêkirina mûşekên balistîk.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat