Berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert di daxuyaniyeke xwe de got ku rijêma Esed û hevalbendên xwe yên Rûsî û Îranî tevlî bangewaziya konseya ewlekariyê ya ji bo agirbestê, hêjî berdewam in di êrîşên xwe yên li ser Xûta rojhilat de.
Nauert tekez kir ku “Rûsiya dikare van oparesyonên leşker rawestîne, heger rêzê li pabendiyên xwe yên tekistkirî li ser agirbesta hatî standin ji aliyê konseya ewlekariyê ve bigre”.
Heather Nauert cext li ser wê yekê kir ku “Amerîka bilez daxwaza bidawîkirina êrîşan û derbaskirina tîmên hawarhatinê û yên bijîşkî bo çareserkirina birîndaran û gihandina alîkariyên pêwîst dike”.
Nauert weha jî got ” Rijêm dibêje ew şerê terorîstan dike, lê li şûna wê yekê bi sedhezarên sivîlan bi êrîşên esmanî û bi topbarana mûşek û êrîşeke bajayî ya çavrêkirî ditirsîne”.
Herwiha ku Waşinton duhî daxwaz ji Mosko kiribû ku bandora xwe ya li ser rijêma Esed bikar bîne ji bo êrîşên xwe yên li ser Xûta rojhilat a dorpêçkirî rawestîne, ku ji çend rojan ve rûbirû bombebaraneke dijwar dibe, tevlî biryara konseya ewlekariyê ya ji bo agirbesteke 30 rojî li Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, berdevka NY ya karubarê mirovî li Şamê Lînda Tom di daxuyaniyeke xwe de li ser posta xweya elktronî gotibû ku “NY berhev û amadeye çi dema derfet çêbibin yekser karwanên alîkariyan bişîne ji bo çend navçeyên Xûta rojhilat û bi sedên birîndar û nesaxan raguhezîne”.
Berdevka NY gotibû ku ne kêmî 30 kesî tevlî jin û zarokan li Xûtayê hatine kuştin di oparesyinên 48 demjimêrên borî de.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Yasir Elferhan li Cenêvê li ser peraêwza civîneke xula asayî ya 37’an ya encûmena mafên mirov, ya hatibû ji bo gengeşekirina kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk li Sûriyê tekez kiribû ku gefên koçberkirina neçarî li sivîlên Xûta yên dorpêçkirî tên xwarin heger biryara 2401 cîbicî nebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat