Balyoza Amerîka li Netewên Yekbûyî Nêkî Hêlî, di civîneka vekirî ya Encûmena Asayîşa Navdewletî de ya derbarê rewşa mirovî û ewlehia ya xirab li Sûriyê, rexne li berdewamiya Rûsiya di veşartina tawanên rijêma Esed de kirin.
Hêlî dît ku rijêma Esed tawanên şer li dijî gelê xwe pêk tîne, her weha dît ku divê ji îro û pêve fişar li ser Rûsiya bêne kirin ne li rijêma Esed, û got ku Rûsiya berdewam e di nuxumandina tawanên rijêma Esed de, ya ku çekên kêmyayî li dijî gelê xwe bikar tîne, ku hêjî Mosko berdewam e di bikaranîna vîtoyê ji bo Rijêma Esed ya ku her ji şeş salan ve li dijî gelê xwe şer ragihandiye.
Hêlî daxwaz kir ku guh nedin gotinên nûnerê Rûsiya yê li NY, û got ku ew hewl dide ku bale ji ser mijara sereke hilîne û ber bi deverin din de bibe.
Ji aliyê xwe ve, karsparteyê emîndarê giştî yê NY yê karubarên mirovî Stîvin Obrayîn got ku têkşikestina gihandina alîkariyên mirovî bo hezaran xelkên dorpêçkirî li Sûriyê dibe dexmeke kirêt bo NY û bi taybetî bo Encûmena Asayîşê.
Obrayîn daxwaza rakirina astengiyên biroqratîk kir û got ku Rijêm “wan wek şêwazekî bikar tîne ta ku astengiyan çêke ji gihandina alîkariyan re“.
Obirayin diyar kir ku ew rêkeftinên vê dawiyê yên hatin amzekirin, ji bo raguhestina sivîlan ji hindek bajarên Sûriyê yên dorpêçkirî ew ” rêkeftin dibe ku pîverên yasayî yên navdewletî bicih nekin, yan jî pêgiriyê bi piransîpên mirovî nakin “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî \ Wekalat