Balyozê Emrîkî li bal Netewên Yekgirtî Kîkî Kiraft, duh daxwaz ji rêjîma Esed kir ko 128 hezar girtî berde, û tekez kir ku giring e rê bide çavdêrên navdewletî da derbasî zindan û girtîgehên rêjîma Esed bibin.
Kiraft di civîna mehane ya Encûmena Ewlehiyê ya taybet bo Sûriyê got: ‘’Dora 128 hezar Sûrî hêj girtî ne, û got ku ev kirde nayêne pejirandin û divê rêjîma Esed wan berde. ‘’
Serokê desteya danûstandinê Nesir Elherîrî duh di kongirê xwe yê rojnamevanî de got ku karek ji bo akrîvkirina dosya girtiyan çêdibe, û hêvî kir ko piraniya wan bêne berdan, digel destpêkirina karê komîta destûrî wek fakterekî bo baweriya miletê Sûrî bi vê komîtê bê.
Torên mafnasiyê tekez kirin ko operasiyonên girtinê yên ko hêzên ewlehiyê pêk tînin li piraniya herêmên Sûriyê berdewam in, û tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî de 3618 rewşên girtina nerewa ji destpêka sala 2019ê ve belgeh kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî