Emerîka hişyarî da rejîma Esed li ser astengkirina prosêsa siyasî ,û amaje bi ferzkirina sizayin tund mîna yên ku li ser Îranê hatibûn ferzkirin kir, ku berya niha ev siza bi “tundtirîn siza di dîrokê” de binav kiribû.
Nûnerê Emerîka yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey got ku dê welatê wî ligel hevalbendên xwe “stratejiya bitenêhiştinê” li xwe bigrin ya ku sizayan jî li xwe digre, eger Beşar Esed prosêsa siyasî asteng bike.
Lêzêde kir ku Waşnton dê ligel welatên Ewropa û Asya û Rojhilata Navîn kar bike, ji bo sepandina sizayên navdewletî yên tund heger hikûmeta Esed hevkariyê neke derbarê dubare-nivîsandina destûrê ji bo rêxweşkirina li pêş encamdana hilbijartinan.
Jeffrey destnîşan kir ku”heger rejîmê ev yek pêk anî, wê demê em dikarin bi heman şêweyê ku me Îran di sala2015an de pê siza kir, rejîmê jî bi tûndtirîn şêwe siza bikin “
Herwiha tekez kir ku welatê wî dê vê stratîjiyê bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê û hin dewletên Asya yên hevalbendên Emerîka ne peyrew bike heger ” Encûmena Ewlekariya Navdewletî biryarê pê nede jî”, û wiha berdewam kir: “Dê karê me yê sereke ew be ku em jiyana vê rêjîma ber bi ketinê de xerab bikin, û bihêlin Rûs û Îranî yên ku tevlihevî durst kiribûn jê birevin”.
Jeffrey Doh êvarî gotibû ku rêjîm û hevalbendê wê “Di cenga Sûriyê de biser nakevin” , û lê zêde kir ku ew li ser “lûtkeya kavilan rûniştî ne” û bêhêvî ne ji piştevaniya civaka navdewletî ji bo jinûavakirin û geşepêdana abûrî”.
Desteya Danûstandkar ya Sûriyê bi serokatiya serokê Desteyê Dr. Nesir Herîrî hejmarek civîn li Newyorkê ligel hejmarek berpirsên rojavayî bi armanca pêşxistina prosêsa siyasî û destpêkirina kar ji bo komîteya destûrê li dar xistibû.
Herîrî tekez kir ku ew dixwazin bighên çareseriyekê ku li gor xwestekên gelê Sûriyê be ji bo avakirina civakeke demokrat û azad û bi rûmet piştî jinavbirina desthilata dektator ya ku tundrewî û teror belav kiriye.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.