Emerîka hin sizayên nû li ser kesayetî û kompaniyên ku piştevaniya rejîma Esed dikin sepandin, bi mebesta bitenêhiştina rejîma Esed piştî piştrastbûna pêkanîna wê ji tawanên şer re derheqê welatiyên ku azadî û rûmet xwestin.
Wezareta Gencîneya Emerîka di daxuyaniyekê de Doh roja Pêncşemê sizayên nû li ser çar kesayetî û pênc saziyan sepandin, û wezaretê got”Ji nava wan kesên ku siza li ser wan hatine sepandin Mihemed Elqatirçî û kompaniya wî ya ku serpereştiya hin girêbestên petrolê di navbera rejîmê û rêxistina DAIŞê de kiriye.
Û di daxuyaniyeke berfireh de Wezareta Gencîneya Emerîka piştî nîvroja pêncşemê ragiahnd ku ew kes û saziyên ku hatine sizakirin rê ji derbasbûna çekan û barhilgirên petrolê re xweş kirine, û xizmetên darayî ji rejîmê re kirine.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew kesên ku hatine sizakirin ev in”Yasir Ebas û Ednan El-Elî û Mihemed El-Qatirçî û welatiyê Libnanî Fadî Nasir”.
Herwiha ew sazî jî ev in: ” Kompaniya Qatirçî û baregeha wê li Sûriyê, û herdû kompaniyên Nasko ya heyberên Kîmyawî û bîrên petrolê yên baregehên wan li Libnanê ne, herwiha herdû kompaniyên çêkirina boriyên navdewletî û Sonkis yên weberhênanê yên baregehên wan li Îmarat in “
Daxuyaniyê tekez kir ku sizayên hatine sepandin dê pereyên wan kes û kompaniyan rawestîne, û dê nehêle ku welatiyên Emerîka û Kompaniyên Emerîkî danûstandinê ligel wan bikin.
Herwiha Wezareta Derve jî tekez kir ku ev tedbîr dide xuyakirin ku Emerîka berdewame di sepandina tedbîrên tund bi armanca nehiştina gihandina alîkariyê ji bo rejîma Esed û hevalbendê wê.
Daxuyaniyê herwiha got ku Emerîka dê hemû tedbîran bike ji bo bitenêhiştina rejîma Esed û Hikûmeta wê ya berpirs di ber girtina rêbazkirî ji bi deh hezaran ji welatiyên sivîl ên Sûriyê û îşkencekirin û kuştina wan, bi sedema xwstekên wan ên rewa û aştiyane yên di çarçoveya azadî û maf û çaksaziyên siyasê de. Jêder: Ragihandina Hevbendiya Sûriyê / Hin ajans