Wezareta Darayî ya Emerîkî, duhî çarşembê, sizayine nû li ser pênc sazî û heşt takekesên bi pirogramê kîmawî yê rêjîma Esed ve têkildarin sepandin.
Di daxuyaniya wezareta darayî ya Emerîkî de hatiye ko sazî û takekesên di van sizayan de amanckirî ne, roleke giring lîstine, di toreya ko alavên eliktironî ji acansa xwecihî ya ko çekên kîmawî yê rêjîmê pêşve dibe re tîne.
Berdevka wezareta darayî ya karûbarê têkbirina tiroristiyê, Sîgal Mandlêker got: bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re, ji wan jî êrîşbirina ser jin û zarokên bêsûc, hêj bi xurtî di hişê me de ye.
Mandlêker got: em îro kampanya xwe berdewam dikin, ji bo êrîşên hovane yên rêjîma Esed rawestînin, bi amanckirina toreyên ku alavên elektronî jê re anîne, da pirogramê xwe yê çekên kîmawî pêşve bibe.
Wezareta darayî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ko wê hevrêzî li gel Ferensayê kiriye, ya ko wê jî di demeke berê de ji vê heftiye biryarek stand bo rawestandina daraya 24 firakisyon û takekesan, ji ber wan komek ji piştgiriyan ji acansa bi ser rêjîmê ve re dabîn kirine.
Sizayên Emerîkî li ser, Emîr Qetrencî, Mahir Qetrencî, û Husam Qetrencî, Mihemed Qetrencî û Mîrayî Şahîn, û hemû bi kompanya Qetrencî ya alavên eliktironî ve (E K T) têkildarin, ya ko bargehê wê li Libnanê ye û şaxên karê wê li Sûriyê, Misir, Çîn û Firensa hene, hatine sepandin.
Di mijara sizayan de yên ko derheqê rîjîma Esed, Yekîtiya Ewropî di dawiya heyva gulana borî de, biryara dirêjkirina dema sizayên li ser rêjîmê hatine ferizkirin bo saleke din da, li gora yasayên Ewropî bi sedema siyasetên tawankarî yên rêjîmê derheqê sivîlan.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans