Thursday, 11 October 2018 16:38

Waşinton: Tehran Bi Milyaran Pere ji bo Piştevaniya Terorê li Sûriya û Îraqê Xerc Kirine

Emerîka tekez kir ku Îran pereyekî zêde xerc kiriye ji bo piştevaniya terorê li Sûriyê û hin welatên din, û ev yek astengî li pêşiya gihiştina çareseriya siyasî bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî çêkirin.

Wezareta Derve ya Emerîka di raportekê taybet bi Îranê de, ya ji aliyê tîmeke pispor hatiye amadekirin, got ku Tehran di dema heşt salên derbasbûyî de; zêdetir ji 16 Milyar Dolar xerc kirine ji bo piştevaniya terorê li Sûriya û Îraq û Yemenê.

Raporta ku ji aliyê tîma taybet bi karûbarê Îranê di Wezareta Derve ya Emerîka de kar li ser hatibû kirin, amaje dike ku desthilata Tehranê di rêya Feyleq El-Qudis re ev pere şandine ji bo milîsên terorîst û grûpên li şûna wê li welatên deverê şer dikin.

Raport behsa kiryarên wêranker yên rejîma Îranê li deverê dike, di rêya perepêdan û piştevaniya terorê û bernameya mûşekan û paşguhkirina siza û gefên daryayî û ewlekarî, herwiha binpêkirinên mafên mirovan û ziyanên digihîne jîngehê.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Emerîka Mike Pompeo di rêya tiwîterê re got: "Di dema ku gelê Îranê li ber xwe dide, rejîma wî welatî ya ku ji derveyî yasayê ye, zêdetir 16 Milyar Dolar ji sala 2012an ve bêhûde xerc kirine ji bo piştevaniya Esed û hevpişkên xwe li her yek ji Sûriya û Îraq û Yemenê".

Berya niha jî Wezîrê Derve yê Emerîka di daxuyaniyeke xwe de tekez kiribû ku Îran sponsera terorê ye li cîhanê. Herwiha berpirsekî di Wezareta Bervaniya Emerîka de "Pentagon" di vê mehê de amaje kiribû ku hebûna Îranê ya leşkerî li Sûriyê, derfetên çareseriya krîzê li wî welatî bi rêyên siyasî kêm dike.

Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Siyasî Waşinton: Tehran Bi Milyaran Pere ji bo Piştevaniya Terorê li Sûriya û Îraqê Xerc Kirine