Amerîka û Birêtaniya, , berpirsyariya binpêkirina biryara navdewletî 2401 û her weha rewşa mirovî ya sivîlên Xûta rojhilat ya zehmet dan ser milê rijêma Esed û hevalbenda wê Rûsiya.
Û ev yek ligor daxuyaniya serokatiya serokwezîrên Birîtaniya duhî roja yekşemê di pêwendiyeke telefonî ya di navbera serokê Amerîka Donald Trump û serokwezîra Birêtaniya Theresa May de hatibû.
Di daxuyaniyê de hatibû ku rewşa mirovî ya “tirsnak” li Xûtayê ji aliyê herdu aliyan ve hat gengeşekirin, ku bi sedên sivîlan hatine kuştin û bi hezaran hatine birîndarkirin bi rêka êrîşên esmanî yên hêzên Rijêmê û Rûsiya li dijî bajar û bajarokên Xûta Şamê ya rojhilat.
Herdu aliyan dîtibû ku tişta çêdibe “bobelateke mirovî ye” û Rûsiya bi yekcarî li hember “derdeseriya mirovî ya metirsîdar” gunehbar e, ji ber ku ew serektirîn palpiştiyê Rijêmê ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de dîtibû ku Rijêm û Rûsiya biryara 2401 bi awayekî berfereh binpê dikin, û bal kişandibû ku biryar bi çi şêweyekî nehatiye cîbecîkirin, û hêjî bombebaran berdewam e û alîkariyên mirovî bi yekcarî negihiştine navçeya Xûta rojhilat.
Herwiha NY ji aliyê xwe ve dubare daxwaza agirbestê li Xûta rojhilat û derbaskirina alîkariyên mirovî kiribû, û berdevkê sikirtêrê giştî Stéphane Dujarric di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan li baregehê NY li Niyoyorkê roja şembiyê gotibû: “ev tişt aloz nîne heta cîbicî nebe…me divê şer raweste û agirbest cîbicî bibe û alîkarî bilez bigihin”.
Tevî ku NY roja yekşema borî gotibû ku tundutîjî li Xûta rojhilat zêde dibe, û siyaseta tundutîjiya bi komel li dijî sivîlan nayê qebûlkirin, ragihandibû ku ew bi nête roja duşemê alîkariyên mirovî ji bo navçeyê bişîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî