Emerîka û nûnerîtiya Netewên Yekgirtî ya mafên mirovan dijminkariya ko rêjîm û piştgirên wê li ser sivîlên Idlib û cihên bijîşkî û derverên zindîdar li herêmê pêk tînin pirotesto kirin.
Morfan Ortagos berdevka wezareta derve ya Emerîka got: ‘’ Êrîşên di 48 demjimêrên bûrî de çêbûn, dijî dibistan û nexweşxanake jidayikbûna zarokan û xaniyan bû‘’, û bi dehan sivîl bûne qurbanî, li gora tora mafnasiyê.
Berdevka wezareta derve got ku bûyerên vê dawiyê çêbûne ‘’rêbazeke êrîşên belgehkirî diyar dike ‘’ li dijî sivîl û jêrxanê ji hêla rêjîmê û piştgirên wê ve .
Ji hêla xwe ve berdevkê Netewên Yekgirtî yê mafên mirovan Robêrt Kolfîl ji rojnamevanan re duhî got: ji 29 nîsanê ve 61 bargehên bijîşkî ketine ber bombebaranê, hin ji wan çend caran bombebaran bûne, û çar ji wan vê hefteyê ne.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li Sûriyê tekez kir ko hêzên rêjîma Esed û piştgirên wê bêtir ji 14 bargehên zindîdar yên xizmetê li bakur-rojavayê Sûriyê di sê rojan de amanc kirine, ji nav wan bargehên bijîşkî û yên fêrkirinê û firne, û destnîşan kir ko hêzên rêjîmê û Rûsya zincîreke tawanên cengê û binpêkirinên li dijî sivîlan pêk anîne, bê ko cîhan tiştekî bike, û têwerdana bo rawestandinê jî nekir.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji encûmena ewlehiyê kir, ko rûniştineke taybet çêbike, tako li ser bûyerên dawî yên li Idlibê rawestin, û pingavên pêdivî ji bo rawestandina êrîşa hovane bavêjin, ji ber ew êrîş bi bombebaraneke rêbazkirî nexweşxane û taxên niştecihan amanc dikin, û pêrabûnên parastina sivîlan bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî