Piştî bikaranîna Rûsiya mafê ji redkirinê “vîto” re li dijî nûkirina karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, Amerîka ji aliyê xwe ve ragihand ku ewê berdewam be li ser xistina fişaran li ser encûmena ewlehiyê bo dirêjkirina karê komîteyê.
Duhî roja înê, ofîsa wezîrê derve yê Amerîka “Rix Telerson” daxuyaniyek da û têde tekez kir ku “Rûsiya careke din vîto bikar anî li dijî nûkirina karê mîkanîzma hevbeş ya NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, ji bo parastina rijêma Esed û tirorîstên bikarhênerên çekên kêmyayî li Sûriyê“.
Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka weha jî got: “Rûsiya bi redkirina dirêjkirina karê mîkanizma hevbeş, peyameke xuya dide ku ew rêzê li qurbaniyên êrîşên çekên kêmyayî nagire, û sivkayê bi pîverên navdewletî yên girêdayî bikaranîna van çekan dike “.
Daxuyaniyê bal kişand ku Waşinton “wê berdewam be di xistina fişaran li ser encûmena ewlehiyê ji bo dirêjkirina karê mîkanizma lêkolîna hevbeş, ji bo berdewam be li ser karê xwe ji bo nasîna encamderên êrîşên kêmyayî yên hovane li Sûriyê , û dabînkirina mafên qurbaniyan “.
Ji aliyê xwe ve, Nîkî Haylî balyoza Amerîka li NY derbarê” vîtoya Rûsî” got ku “peyamek xuya ye, ku Rûsiya bikaranîna çekê kêmyayî li Sûriyê erê dike”, herwiha ” vîtoya Rûsî” ji aliyê piraniya endamên encûmena ewlehiyê ve hat şermezarkirin.
Hêjayê gotiyê ye ku 12 endaman ji 15an deng bi erênî dan pêşinyara Japonî, û ji aliyê Bolîfiya û Rûsiya ve hat redkirin, ku di dema 24 demjimêran de Rûsiya du caran”Vîto” bikar anî, û Çînê dengê xwe neda.
Tê zanîn ku 11 caran vîto ji aliyë Rûsiya tê bikaranîn li dijî pirojebiryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, tevî ku Mosko pêr li roja pêncşemê, bo dehemîn car “vîto” bikar anî li dijî pirojebiryarekê Amerîkî li ser berpirsyaretiya rijêma Bişar Esed li hember êrîşên kêmyayî.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da zanîn ku nekarîna encûmena ewlehiyê derbarê dirêjkirina karê komîta lêkolîna navdewletî ya taybet bi bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, tiştek kirêt e û xirabiyê digehîne navudengê NY.
Hevdem mîkanizma lêkolîna hevbeş ya NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî, li êlûna borî, raportek belav kiribû li ser berpirsyaretiya rijêma Esed di ber encamdana çend êrîşên kêmyayî ku yek ji wan kêmyabarankirina Xanşîxon li heyva nîsana borî bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî