Wezareta Derve ya Amerîka komeke din ji kes û saziyan, duhî sêşembê, xiste nav lîsteya terorê, ya wezîrê berevaniya rejîma Esed, Alî Abdullah Eyûb, û serokê nû yê rêxistina Daişê di nav wan de ne.
Û wezîrê derve yê Amerîka, Mike Pompeo, got ku Waşinton wezîrê berevaniya rêjîma Esed, Ali Abdullah Eyûb, di nav wê lîsteyê de ye, ji ber beşdarbûna wî di serkutkirin û komelkujiyên li Sûriyê pêkhatine de.
Û Pompeo got ku Waşintonê serokê nû yê rêxistina Daişê ya terorîst, Amir Mihemed Saîd Abdulrahman el-Mawla wekî terorîstek cîhanî binav kir, û diyar kir ku El-Mawla di wê rêxistina terorîstî de çalak bû, û berî wê jî di rêxistina El-Qaîdeyê ya Iraqî de bû.
Û pênc zanyarên Iranî yên li ser bernameya newewî ya Tehranê dxebitîn di nav cezayên Amerîkî de hene, her weha 9 saziyên Afrîkaya Başûr û Çînê ketin lîsteya sizayan ji ber ku wan alîkarî di riya bazar û kirîna nefta Iranî re kirine.
Û Encûmena Pîrên Amerîka hejmarek ji yasayan kirin biryar, Zagona Qeyser jî di nav wan de bû, ya ku sizeyên zêdetir li ser rêjima Esed ferz dike, û qanûn ji bo wan kesên ku piştgiriyê didin operasyonên leşkerî yên rejîmê ye, û cezayên ji bo kampanîyên biyanî, yên alîkarî bi artêşa rêjîmê re kirine di vê sizayê de hene.
Û Berî demekê jî, Amerîka û Dewletên Kendava Erebî listeyeke sizayan derxistin, tê de 25 navên dezgeh, sazî, kesayetiyin Iranî, Libnanî û Kuwêtî hebûn, û wan heft dewletan gotin ku wan kes û saziyan alîkariyên diravî ji milîsên hizbullah a terrorist û milîsên îranî re peyda kirine, yên ku bi rêjîma Esed re di kuştina gelê Sûriyê û serkutkirina şoreşa wî de beşdarî kirine.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî