Amerîka, berdewam e di sepandina fişaran de li ser milîsên Hizbullah a terrorist, û herweha xelekê li çalakiyên Hizbullah ên nerewa li cîhanê teng dike, û wezareta gencîneya Amerkî eşkere kir ku ew dê navê sê bazirganên libnanî ên tohmetbar bi sipîkirina pereyan ji bo bercewendiya Hizbullah, xistine lîsteya xwe ya sizayan de.
Û di daxwiyaniyeke xwe ya doh înê de, diyar kir hersî kesên bi navê “Nazim Se’id Ahmed” û “Salih Asî” û “Tonî Sa’ib”, yên tohmetbar bi pêkanîna karên sipîkirina diravan ji bo bercewendiya Hizbullah a terrorist di lîsteya sizayên ferzkirî de ne.
Û malpera xezîneya Amerîkî anî ziman ku Nazim Ehmed Se’id wek bazirganê almasê kar dike, û ew ji dawiya sala 2016an de wek aliyekî danerê gelek pereyan ji milîsên Hizbullah re tê naskirin, û ew nêzî emîndarê giştî yê Hizbullah “Hesen Nesrullah”e, û nûnerê wê partiyê li Îranê Abdullah Safî Aldîn nas dike, û têkiliyên wî hene bi hejmarek mezin ji kes û aliyên ku diravan didin Hizbulla û di lîsteyên sizayên Amerîkî de ne.
Û wezareta gencîneyê, Salih Asî bi dabînkirina piştgiriya darayî û hêsankirina dana pereyan bo kompaniyên Ehmed Tebaca yê ku Amerîka malûmilk û karên wî ji berê de qedexe kirine tohmetbar kiriye, herweha tohmetbarbûna wî bi danîna pîlanên bazdana ji baceyan li komara Kongo ya Demoqrat a ku lê dijî.
Û wezaretê Tonî Sa’ib , hesabdarê kampaniya “Enter Element” ya bi ser “ Slih Al’asî” ve, bi hêsankirina dana pereyan ji kampaniyên “Ahmed Tabaca” re û pêşkêşkirina piştgiriyê jê re tohmetbar kir.
Û wezîrê karê derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, tekez kir ku welatê wî dê berdewam be di bikaranîna tevaya karînên xwe de ji bo rûbirûbûna gefên ku Hizbullah a Libnanî dike, piştî çend demjimêran di ser biryardana ferzkirina wezareta gencîneya Amerîkî ji sizayan re bo herdû biznisman û hesabdar ên libnanî, bi tohmeta yekser û neyekser a perpêdana Hizbullah di riya sipîkirina pereyan re.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê gencîneya Amerîkî, Steven Minoshin, got ku Hizbullah berdewam e, di bikaranîna kampaniyên wek rewa tên dîtin, mîna alavekê ji bo komirin û sipîkirina pereyan li hin dewletên wek Komara Kongo ya Demoqrat, ya mirov kare lê di riya gendeliyê û têkilyên siyasî re bi riyên ne yasayî bihêje bazaran û ji baceyan baz bide.
Û wezareta gencîneya Amerîkî, di heyva gulana 2018an de, siza li ser emîndarê giştî yê Hizbullah a terrorist, û hejmarek ji serkirdeyên pilebilind ên partiyê ferz kiribûn, û Waşinton ji sala 1997an de Hizbullah a libnanî ya ku piştgiriya rijêma Esed di kuştina gelêî Sûryê de kiribû, xistibû lîsta reş a terorê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştmanî ya Sûrî