Wezîrê derve yê Amrîka, Mike Pompeo, duh çarşembê, careke din daxwaza welatê xwe derbarê derketina Îranê ji tevaya deverên Sûriyê dûbare kir, û pêşwaziya biryara qedexekirina hizbullah a terrorist li Almaniya kir.
Û Wezîrê Amrîkî di kongirekî rojnemevanî de got ku divê Îran ji Sûriyê vegkişe, û giringiyê bide gelê xwe yê di hundir sînorê wê de, û tekez kir ku rêjîma Îranî di piştgiriya terorê de berdewam e.
Û bal kişand ser ku di dema rêjîma Îranê behsa kêmbûna diravan dike û dibêje ku ew têra guhdana gelê Îranê nake, û daxwaza kêmkirina cezayên aborî dike, sermiyanê welatê xwe di piştgiriya terorê de xerc dike.
Û Wezîrê Amrîkî hişyarî da tevaya kesên bi Îranê re didin û distînin, ku divê haydar bin û karê wan nekeve xizmeta bercewendiya pasdaran de, û Wezîrê Amrîkî pêşwazî li biryara Hikûmeta Almanî kir, derbarê qedexekirina Milîsên Hizbullah a terrorist bi herdû beşên xwe yê siyasî û yê leşkerî ve.
Tê zanîn ku Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, di hevpeyvîneke rojnemevanî de bi malpera SY24 re tekez kiriye ku metirsiya van milîseyên terorîst li ser Sûriyê û Dewletîn Erebî û cîhanê heye.
El-ebde, got ku rêjîma Îranî mezintirîn rêxistina terrorist a navdewletî birêve dibe, rêxistineke li ser bingeha mezhebî û pirojeya wêrankirinê ava bûye, û çalakiyên xwe li bêtir ji dewletekê ji dewletên herêmê dike, û divê hemû dewlet di şerê wan de elaqedar bin, daku gelê Îranê û cîhanê ji şerxwaziya wan rizgar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî