Wezîrê Birîtaniya ji bo karûbarê Rojhilata Navîn, Alêster Bêrt, tekezî li ser pêwîstiya sizakirina Esed kir li ser pêkianîna tawanan derheqê giritiyên di zindanan de, û bal kişande ser wê yekê ku eşkerekirina mirina bi hezarên girtiyan li jêr îşkenceyê, nîşana hovîtiya rejîmê ye derheqê welatiyên sivîl.
Rûpelê taybet ê Wezareta Derve ya Birîtaniyayê li ser Tiwîterê, daxuyanoyeke Birêt belav kiriye, têde gotiye:” Bi deh hezaran welatiyên Sûiyê hatine windakirin, û rastî îşkence û girtinê hatine”, lêzêde kir ku “Derkirina navên bi hezarên kuştiyan ji aliyên rejîmê ve; nîşana wê yekê ye ku çendî welatiyên Sûriyê rastî hovîtiya vê rejîmê hatine”.
Herwiha destnîşan kir ku “Belgeyên mirinê bi navê kuştiyan vê dozê nagre”, û tekez kir ku “Divê rejîma Esed çarenivîsa tevahiya kesên windakirî eşkere bike, û wan girtiyan tevan serbest berde”.
Wî wezîrî tekez kir ku ji mafê malbatên wan girtiyan e; dadwerî ji bo wan bicî were. Û lê zêde kir ku ev yek di rêya “sizakirina berpirsyarên ku îşkence û kuştin kirine” pêk tê.
Ji aliyê xwe ve serokê Desteya Niştîmanî ya Sûriyê ji bo berevaniya mafê girtiyan, Yasir El-Ferhan, tekez kiribû ku prosêsa qirkirinê ya rejîma Esed derheqê girtiyan bikar aniye, û şandina navê wan kuştiyan ji bo rêveberiya nifûsê, tawanên şer û dijî mirovahiyê ne.
El- Ferhan da zanîn ku ev yek şêweyekî rêbazkirî û berfireh e; rejîma Esed derheqê girtiyan bikar tîne, û daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dike ku lêpirsînê derbarê van tawanan destpê bike, û got: “Ev şermeke û wê bi cîhanê ve bimîne “.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê