Xêveteka NY ya xêzaneke Sûrî ya penaber li kampa Elze’terî li Ordinê bû sîmbolek cilubergan û li cîhanê digire, êş û nîşanên hejariyê bi xwe re digerîne, û bûye sembola terajiyêdiyên penaberên Sûrî yên belav li dewletên cîhanê bi sedema zordestiya Rijêmê û milîsên wê û rêxistina DAIŞê.
Û modêla ciluberga “Xêvet” ya ku derbirînê ji êş û azarên penaberên Sûrî dike gihişt Londonê, û paşî gihişt Dubey, û modêla “xêvet” di çalakiyên kongirê navdewletî de li Dubey hat pêşkêşkirin ku ji aliyê Îmareta kendavê li bin navê “Hawarhatin Û Pêşvebirin” di navbera 21 heta 23 adarê hatibû lidarxistin.
Hêlîn Storayî, ya afrênera sîmbola kirasê “xêvet”, ya lêkolînera Birêtanî di di biwarê çêkirina modêlên cilubergan de got: “em vê modêlê bikar tînin ji bo derbirîna giringtirîn pirs bikin, derbarê kirîzekê ku em hemû pê pêwendîdar in”, û got: ” dîrokeka vî kirasî heye, û ew bi xwe penageha xêzanekê bû, û bi baweriya min wê vedenga çîroka li nav dilên cemawer de wê deng vede”.
Nemayîşkara cilubergan Liwîz Oyîn kirasê xêvet li ber xwe kir li pêş tabloyekî mezin li ser hatibû nivîsandin ” zêdetir ji nîvê penaberên cîhanê zarok in”, û li wî kirasî şûna nvîsandin û xalên reş xuya dibûn yê bi rengê spî û li ser dirûşma rêxistina penaberan ya NY bi rengê şîn nivîsandî bû.
Vî kirasî bala xelkê kişand û karvedanên ciyawaz li ser wî li Londinê çêbûn, û Oyîn got: ” gelekî li ser hat rawestandin û tameşekirin”, û got ku li Dubey “hunermendeka Sûrî gelekî girî li dema ku ev kiras li ber min dît, ku gelek bandora kiras li ser hebû bi şêweyekî ku ew bandor li Londinê peyda nebû”.
Û ligor nexşekara ciluberga xêvet ku wê geşta wê li cîhanê berdewam be, lê bi tenê carek din venagere kampa Elze’terî û bal kişand ku cîhana me ya rojavayî pêwîstiya wê bi ronakbîriyê heye, û ev (kiras) amrazeka bo cîhana rojavayî da ku zêdetir vekirî be” derbarê mijara penaberan.
Hêjayê gitinê ye ku 80 hezar penaberên Sûriyê di kampa Elze’terî de li Ordinê dijîn, ji ber stemkariya Rijêmê û çeteyên wê û ji terora rêxistina DAIŞê revînane, û şeş sal derbas dibin li ser destpêkirina şoreşê û şerê rijêma Esed li dijî gelê Sûriyê ku bûye encamê kuştina zêdetir ji 320 hezar kesî û koçberkirina zêdetir ji nîvekî xelkê Sûriyê û wêrankirina piraniya navçeyên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat