Bi sedan xelkê Îranê derketin kolanên bajarê “Meşhed” mezintirîn duwem bajarê Îranê, ji bo derbirîna nerazîbûna xwe li hember bilindbûna nirxê kelupelan û rewşa aboriya xirab, û bi daxwaza destkêşana rijêma Îranê ji destêwerdanên di karubarên dewletên dirawsê de.
Û di girtevîdiyoyan de yên hatine belav kirin li ser malperên enternêtê, têde xwepêşenderên bajarê “Meşhed” li bakurê rojavayê Îranê bang bi siloganên “mirin bo Ruhanî” û “mirin bo dîktator” derketin.
Û ligor rojnameya Elheyat ku di xwepêşandanê de dirûşm û silogan bi “ji Sûriyê derkevin…bi me bifikrin” ji aliyê hin xwepêşenderan hatin gotin û bilindkirin, wek rexnegirtin li piştgiriya Îranê bo rijêma Esed.
Hevdem ku rijêma Îran bi mezintirîn piştevanê rijêma Esed tê dîtin, bi rêka şandina çekdar û serbazên xwe bo beşdariya li şer û oparesyonên leşkerî yên li dijî xelkê Sûriyê û herwiha bi mezaxtina kujmeyên diravan bo çekdarkirina çeteyan di nav rêzên milîsên mezhebperist de.
Û gelek xelkê Îranê bawer dikin ku rewşa wan ya aborî çak nabe bi sedema gendeliyê û xirabiya kargerî û ji ber niyazên rijêma Îranê yên ji bo zêdekirina hejmongeriya xwe, ku ev yek bûne sedemên lêketina ziyanên mezin li aboriya welat.
Hevdem ku navenda serjimêriyên Îranê dibêje ku rêjeya bêkariyê li sala diravî ya îsal gihiştiya rêjeya 12.4%, bi bilindbûna 1.4% berawerd ligel sala par, û ku nêzîkî 3.2 milyon bêkar li Îranê hene ji akinciyên Îranê ku hejmara wan digihêje 80 milyon kesî.
Û ajansa xwendevanên “isna” ya nîvfermî li ser zarê fermandarê Meşhed “Mihemed Rehîm Newroziyan” got: “xwepêşandan neyasayî bûn, lê polîsan bi nermî serederî ligel xelkê kir”, û got ku hindek ji pêşanderan bi sedema “hewlên wan bo gihandina ziyanan bi samanên giştî” hatine desteserkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî