Xwepêşandanên Gel doh li çend Paytextên Cîhanê dijî êrîşên dijminane yên Rûsya li ser Sûriyê derketin, xwepêşandêran êrîşên Firokên Rûsya li ser sivîlên Sûrî bi behaneya têkbirina tiroristiyê protesto kirin . Her wiha silogan li dijî serokê Rûsya Viladîmêr Potîn û serokê Sûriyê yê tawankar Beşar Esed hatin gotin.
Komekê ji Endenûsiyan doh înê li pêşberî Qunsilxaneya Rûsya li Cakerta ji bo pirotestokirina êrîşên asmanî yên ko Mosko li ser Sûriyê pêk anîne derketin. Xwepêşandêran yafîteyên ko êrîşên Rûsya pirotesto dikin hildan, û siloganên li dijî Potîn û Beşar, û di siloganên xwe de tekezî li ser giringiya çûna Beşar û Potîn dikirin.
Her wiha komek ji Erebên welatên corbicor li pêşberî Balyozxana Belcîkî li Biroksilê ji bo rawestaneke pirotestokirinê li dijî dijminkariya Rûsya li ser Sûriyê derketin. Pirotestokeran Alên Şoreşa Sûriyê hildabûn û siloganên derbarê dijminkariya Rûsya li ser Sûriyê li wek silogana “ji xaka me derkevin û bes miletê me bikujin” hildidan.
Xwepêşendêran namak rasdestî berpirsiyarên Balyozxana Rûsî li Biroksilê kirin tê de hat: “Birêz Viladîmêr Potîn serokê Komara Rûsya, dîrok ji hezarên salan ve ji me re dibêje dagîrker çarenivîsa wî berdan û pîskirin e , ger çendî ew tawanan dijî milet bike jî”. Namê berdewam kir :”Îro li Sûriya birîndar, ya ku birîna wê ji rêjîma wê ye, rêjîma Beşar Esed û hevalbenda wî Îran ya ko bi artêş û çekên xwe peya bû ser xaka Sûriyê. Û kesên bêguneh û sivîl û zarok kuştin”.
Her wiha di namê de hat: “Rûsîno; we riya xwe şaş kiriye, piçûk berî mezinan dê şerê we bikin, hûn bi Sûriyê şad nabin, ya rast û dadmendî ew bû ko we dijî rijêma Esed û hevkarên wî ji Îraniyan alîkariya miletê Sûriyê kiriba. ”
Her wiha bi sedan kes piştî nimêja înê li bajarê Terabilis bakurê Libnan xwepêşandan kirin û siloganên pirotestokirina dijminkariya leşkerî ya Rûsya li Sûriyê pirotesto kirin. Di nav pêrabûnên ewlekariyê de ko endamên artêşa Libnanê û Hêzên ewlekariya hundirîn peyda kiribûn.
Tê zanîn ko Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê bangek ji bo xelkên Sûrî û Ereban û azadîxwazên dunyayê li hemû cîhanê şandibû, tê de hatibû xwestin ku dengê xwe bilind bikin, û helwîst û çalakiyên pirotestokirinê li pêşberî balyozxaneyên Rûsya li dijî dijminkariya Rûsya li ser Sûriyê û operasiyên bombebanakirina hovane ya li ser sivîlan lidar bixin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiyê Mihemed Yihya Mektebî tekez kir ko Şoreşa Sûriyê ji şoreşekê li dijî Rêjîmê ber bi Tevgereke Rizgarîxwaza Niştimanî li dijî dagîrkar û zordarên Rûs û Îraniyan ve hat guhertin.
Jêder: Hevbendî+Anadol