Duhî yekşembê xwepêşinderin Îranî daxwaz ji rêjîma Îranê kirin ko ji Sûriyê derkeve, û xwe ji mijarên xwecihî re vala bike. Siloganên ko di xwepêşindanê de hildabûn: ‘’ Dest ji Sûriyê berdin û rewşa me çareser bikin‘’, ‘’ mirin ji desthilata xapîner re‘’, ‘’ji bo riswakirina xelkê we misilmantî ji xwe re kiriye nêrdewan ‘’.
Xwepêşindanên karkerên kompaniya ‘’Polaya Ehwazê ‘’ kolanên Ehwaz û li pêşberî fermanberiyên fermî kom bûn, wek nerazîbûnê ji girtina nerewa ya nûnerên wan û nedana mafên wan yên darayî bi sedema qeyrana darayî ya desthilat tê re derbas dibe.
Îraniyan delîvekirina Rewhanî ji malê milet û gencîniyên welat re ji bo piştgiriya milîtanên dewletên din red kir, her weha berdewamkirina piştgiriya tiroristiyê û têwerdana di karûbarê dewletên herêmê de ji dêvila ko wan di xizmeta milet de bikar bînin û jiyaneke xweş ji wan re dabîn bikin.
Biryara mangirtinê ket roja xwe ya23yemîn de bi sedema gendeliyê û derengxistina mûçeyan, û medyaya civakî bi dehan wêne û kurtevîdyoyên ko xwepêşindan belgeh kirine belav kirine.
Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko milîtanên Îranî digel hêzên Esed xwîna Sûriyan dirjînin, û destnîşan kir ko milîtanên Îranî hewil didin ko peymana Idlibê têk bidin, û komkujiyan pêk tînin, û li behaneyan digerin bo çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bikin.
Miletê Îranê di rewşeke abûrî ya xerab de dijî, ji ber ferizkirina Emerîka ji sizayan re li ser rêjîma Îranî , bi sedema ko ew berdewam piştgiriya tiroristiyê li cîhanê dike, û nirxê heyberan buha bûye û pereyên xwecihî li himber dolarê Emerîkî têkçûye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî /Acans