Li Biroksilê paytexta Belcîka, duhî çarşembê, bi dehan çalakvan derketin xwepêşindanekê û daxwaza berdana girtiyên di zindanên rêjîma Esed de kirin.
Xwepêşinderan wêneyên girtî û windayan hildan, û çalakvanan pankartek bi otombêlekê vekiribûn li ser nivîsandibûn ‘’ Azadî Bo Girtiyan‘’, di heman çaxê ko kongirê Biroksilê yê ji bo ‘’piştgiriya paşeroja Sûriyê û herêmê ‘’ yê ko Yekîtiya Ewropî rêkxistin dike li dar e.
Xwepêşinderan destnîşan kir ko rêjîma Esed rojane kuştaran li Sûriyê pêk tîne, û diyar kirin ko ew ji neçarî ji welat derketine, bi sedema ko hêzên rêjîmê kiryarên hovane dijî wan pêk anîne.
xwepêşinderan daxwaz ji civaka navdewletî kir ji bo tundûtûjiyê li Sûriyê rawestîne û lêpirsînê digel berpirsiyarên rewşên girtina nerewa û veşartina kotekî bikin.
Berpirsiyarin ji Emrîka, Birîtanya û Firensa di eylûla sala 2018ê digel nûnerên rêkxistinên mafnasiyê yên Sûrî behsa binpêkirinên mafên mirovan yên ko rêjîma Beşar pêk tîne kirin , li rex civînên komelgeha giştî ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê.
Çalakvanan di civînê de destnîşan kir ko ji destpêka şoreşa Sûriyê heyva adara 2011ê ve 210 hezar kes hatine girtin, û 85 hezarên din hatine windakirin, û 14 hezar bi destê hêzên rêjîmê êşkence bûne.
Komek ji parêzer û bijîşkan di raporteke xwe de aşkere kirin ko hêzên rêjîma Esed zorbaziya sêksî ligel operasiyonên êşkencedana hovane di zindanên xwe de pêk anîne, û diyar kirin ko ev awayê êşkencedanê hêj li dijî girtiyan berdeewam e, û destnîşan kir ko dîdevaniyên ligel wan bi raportên bijîşkî belgehkirî ne.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan girtina bêtir ji 140 hezar kesan li Sûriyê ji destpêka şoreşê ve belgeh kirine, û diyar kir ko rêjîma Esed berpirsiyara piraniya girtinan e.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî