Qatar û Mîrnişîna Liechtenstein nameyek hevbeş şandin ji bo sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Gutterh, li ser lîsteyên mirina girtiyan ya ji aliyê rejîma Esed li ser mirina bi hezarên girtiyan hatiye derxistin, ku rijêm di nameyê de bi pêkanîna tawanên şer û dijemirov di zindanan de bi rêya îşkenceyê û kuştina girtiyan bi awayekî sîstematîk tometbar kiriye.
Qatar û Liechtenstein di nameyê de li ser navê 41 dewletan, di nav wan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Îspanya, Almanya, Tirkiye, Fas, Danîmarka, Kanada, Holanda û welatên din jî îmze kiriye.
Wan dewletan sûcdarî û nîgeranî û xema xwe derbarê nûçe û raportên tên ji aliyê çavdêrên tawan û binpêkirinên rijêmê û zêdegavîyên îşkence û kuştina girtiyan ya sîstematîk anîne ziman, û Wezareta Derve ya Qeterê bi rêya malpera xwe ya fermî li roja Înê ragihand, ku guneha qurbaniyan bi tenê daxwaza azadî û edalet û jiyaneke aştiyane bû.
Di deqa nameyê de hatiye ku li ser destê rijêmê “Mafê malbatên girtiyan yê zanîna çarenivîsa girtiyan û bixaksipartina wan hatiye binpêkirin”, û amaje kiriye ku malbatên girtiyên hatine kuştin di bin îşkenceyê de, ji tirs û zilma ji rejîma Esed newêrin merasîmên xemgîniyê lidar bixin.
Dewletên îmzekirî li ser nameyê, bang li Netewên Yekbûyî kirin ji bo pêkanîna lêkolînan derbarê kiryarên îşkence û darvekirina girtiyan, û ji bo sizakirina rêjîma Esed li ser tawan û binpêkirina mafên mirovan bi awayekî berdewam, û xistina jiyana bi milyonan welatiyên sûrî yên bê guneh di metirsiyê de.
Û cext kirin ku bûyerên wendakirina bi zorê û îşkencê mijarên herî girîng in, û pêdivî ye Netewên Yekbûyî wan li ber çavan bigire, û bi rêya prosesa siyasî çareser bike.
Ji aliyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan mana zêdetir ji 118 hezar girtiyên sûrî bi nav di girtîgehan de belge kiriye, 88 ji sedî ji wan di girtîgehên rijêmê de ne, lê hin amar amaje bi hejmareke zêdetir ji 215 hezar girtiyan dikin.
Herwiha kuştina bêtir ji 13 hezar kes di bin îşkenceyê de li Sûriyê belge kiriye, ku 99 ji sedî ji wan bi destê rejîmê hatine kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza aktivkirina mekanîzmeke navnetewî ya bêalî kiribû, ji bo dadgehkirina berpirsên tawanên şer li Sûriyê, herwiha saziya mafên mirovan Human Rights Watch daxwaza eşkerekirina sedemên rast yên mirinê ji rijêma Esed kitibû, û gotibû ku “nabe bersiva mirinê bi tenê li ser kaxezeke biçûk bi roja mirinê bê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî