Yekîtiya Ewropayê cext li ser helwesta xwe ya derbarê pirsa vegerandina penaberên sûriyê bo welatê wan kir, û tekez kir ku Sûriya di dema niha de ne welatekî ewle ye, ji ber berdewamiya binpêkirinan ji aliyê rijêma Esed û milîsên wê li dijî xelkê sivîl.
Di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku ji aliya ajansa “Reuters” hat weşandin, derbarê bersiva pilana Rûsyayê ya bi armanca vegerandina penaberên Sûriyê bo welatê wan, Yekitiya Ewropayê diyar kir ku “Sûriya hêjî ji bobilatên şer rizgar nebûye, û ew ne ewleye ji bo vegera penaberan”.
Û Yekîtiya Ewrûpayê xwe ji bo lidarxistina civînekê li Nemsayê li ser asta wezareta derve di dawiya vê hefteyê de amade dike, ji bo gengeşekirina pirsgirêka vegera penaberên Sûriyê û bersiva plana Rûsyayê bi awayekî zelal.
Û hin çalakvanan duhî roja duşemê behsa desteserkirina çend sivîlan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma Esed li bajarokê “Xebaxeb” li bakurê Der’a kirin, herwiha hêzên ewlekariyê yên leşkerî bi hilmeteke desteserkirinê rabûn dijî hejmareke malên sivîlan, tevî îmzekirina xelkê bajêr li ser agirbesteke bi darê zorê.
Zêdebarî vê yekê, doktorê bi navê Moataz Hitîtanî yê bi riya “kirîdorên ewle” ji Xûta Rojhilat derketibû, bi destê milîsên Esed hat kuştin, û Hevbendiya Niştimanî ev kiryar berovajî daxuyaniyên Moskow dît, dema dibêje ku ew kare rewşa Sûriyê kontrol bike.
Endamê Komîsyona Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî U’qab Yahya, destnîşan kir ku gelek nîşan li ser hebûna pirsgirêkên ewlekarî û siyasî û mirovî yên mezin li Sûriyê hene, û Rûsya nikare wan inkar bike, û herwiha nikare rewşeke siyasî li ser gelê Sûriyê bisepîne, bi taybetî derbarê vegerandina penaberên Sûrî.
Yahya duhî roja sêşemê got ku ew rastiyên rojane li ser tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê rejîma Esed aşkere dibin, Moskow li pêşiya raya giştî tometbar kir, ji ber wê 11 caran vîto li Konseya ewlekariyê bikar aniye, ji bo danîna keleman li pêşiya siznekirina rêjîmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê