Yekîtiya Ewropî îro duşemê biryara dirêjkirina sizayayên dijî rêjîma Esed bo saleke din li gora yasayên Ewropî da, bi sedema pêkanîna wê ji tawankariyan re derheqê sivîlan, û tekez kir ko Yekîtiya Ewropî bi veguhastina siyasî li Sûriyê pabend e.
Di daxuyaniya encûmena Yekîtiya Ewropî de hatiye ko wan biryar daye ko ‘’Sizayên li dijî rêjîma Esed û yên piştgiriya wê dikin heta yekê cehzerana 2019ê dê berdewam bikin, li gora siyaseta Yekîtiya Ewropî derbarê Sûriyê, bi sedema zordariya dijî sivîlan dike.’’
Yekîtiya ewropî di daxuyaniyê de diyar kir ko ew bi ‘’ dîtina çareseriyeke siyasî ya herdemî li Sûriyê li gora biryara 2254 û daxuyaniya Cinêvê 2012ê pabend e, û tekez kir ko ew piştgiriya hemû bizavên şandeyarê navdewletî dike.‘’
Sizayên ewropî ji rêjîma Esed re bi qedexekirina derbasbûna dewletên yekîtiya ewropî ne, û her weha nehêlana firotina petrolê û berhemên wê, û ferizkirina hin bendan li ser veberhênanê, û rawestandina pereyên banka navendîn ya Sûrî yên li bal wan, û nehêlana firoştina çek û alavan bo rêjîma Esed, ew alavên dijî sivîlan û kontrolkieina internet û toreyên civakî bikar tîne.
Tê destnîşankirin ko sizayên yekîtiya ewropî heta roja îro 259 berpirsiyarên Sûrî û 76 firakisyonên aborî amanc kirine, û di dawîtirîn pêrabûnên yekîtiyê himber rêjîmê di adara borî de çar berpirsên din ketin ber sizayan, yekîtî guman dike destê wan di bikaranîna çekên kîmawî de heye.
Her weha Waşinton û dewletên kendavê siza danîne ser milîtanên hevkar bi rêjîma Esed re, ji nav wan jî milîtanên Hizbulah û ji wan jî emîndarê giştî Hesen Nesrelah û cîgirê wî Ne’îm Qasim, û dibîne ko ev pêngaveke giring e ji bo desthilatiya hizbula ya beşdar bi rêjîma Esed re di kuştina miletê Sûrî de kêm bike.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, Nezîr Elhekîm, daxwaz kiriye ko rê li ber rêjîma Esed bigrin, û mîkanîzma dadgehkirina tawankarên cengê û yên biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê û di serî de Beşar Elesed kartêker bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî