Yekîtiya Ewropî daxwaza lidarxistina kongirekî navdewletî yê awarte di vê heyvê de li Lahay bargehê dadgeha tawankariyên navdewletî ji bo hemû dewletên girêbesta peymana qedexekirina çekên kîmawî imzekirine kir, da rêjîma Esed pirotesto bikin li ser bikaranîna wê ya bi dehên caran ji çekên kîmawî re.
Duhî sêşembê Yekîtiya Ewropî rêznegirtina rêjîma Esed ji yasayên navdewletî re û binpêkirina wê ji peymana qedexekirina çekên kîmawî re şermezar kir, ku ew çek çend caran li dijî sivîlan bikar anîne, li gora encamên vekolînên li jêr çavdêriya netewên yekgirtî û rêkxistinê.
Kongirê têkbirina çekên kîmawî li Cinêvê êrîşên peyapey bi çekên kîmawî ji hêla rêjîma Esed ve gengeşe kirin, û tekezî li ser giriniya gihiştina rastiyan û destnîşankirina berpirsên di ber wan tewanan de kir.
Serokê rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî Ehmed Ozomcodi , 28 gulana borî, di hevdîtinekê digel televizyona NBC News ya Emerîkî got: “tev ko rêjîma Esed sala 2013ê ragehand ko wê tevaya cebilxaneya xwe ya heyberên kîmawî radest kiriye, lê berdewambûna êrîşên bi çekên kîmawî tirsê çêdike ko hinek heyberên qedexekirî li bal xwe hiştine”.
Berê jî piraniya dewletên rojava gotine ko hêzên rêjîma Esed berpirsiyarên êrîşa kîmawî ne li ser bajarê Dûma rojhelat ya di 7 nîsana borî de, ya ji encama wê 78 sivîl hatine kuştin û bi kêmanî bi sedan birîndar bûne.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê careke din daxwaz kir ko mîkanîzma navdewletî ya sizakirina tawankarên cengê kartêker bibe, piştî ko bi hezaran belgeh nîşan dikin ko tawankariyên cengê li Sûriyê bi berfirehî hatine pêkanîn, û piraniya wan bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê bûne.
Di heman pêvajoyê de dewletên li kongirê Parîsê ,nîveka heyva borî, daxwaza sizakirina kesên destê wan di bikaranîna çekên kîmawî de li cîhanê û bi taybetî li Sûriyê heye kirin, û rexne li Rûsya kirin ji ber wê mafê redkirinê çend caran li dijî sizakirina rêjîma Esed bikar aniye.
Birîtanya jî di 8 heyva borî de rêjîma Esed bi berdewamiya berhemdana bi nehênî ji çekên kîmawî re tawanbar kir, tev li hişyariyên navdewletî yên gelek caran jê re.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî /Acans