Yekîtiya Ewropî duhî duşembê dest bi ferizkirina sizayên abûrî yên nû kir, ko roja pêncşemba bûrî aşkere bûbû, li ser karsaz û kompaniyên Sûrî yên bi rêjîma Esed re têkildar in, ji nav wan jî kesekî nêzîkî serê rêjîmê ye.
Yekîtiya Ewropî di daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî got ku serpereştên Yekîtiya Ewropî li Biroksilê civiyan, û li ser firehkirina lîsteya sizayan lidijî rêjîma Esed axivîn, û li ser û zêdekirina navên nû li hev kirin, û 11 karsazên Sûrî û pênc dezgehên bi rêjîmê re têkildar zêde kirin.
Ev cara yekem e navê karsazê binav û deng Samir Elfoz birêveberê kompanya Eman Elqabide yê nêzîkî serê rêjîmê, her weha navê endamê Encûmena Gel Husam Qatirçî yê serokê koma Qatirçê ya navdewletî, dikeve lîsteyê de.
Her weha di lîsteya nû de navê Enes Telas, Nezîr Cemaledîn, Mazin Elterzî, Xeldûn Elz’ubî, Beşar Asî, Xalid Ezibêdî, Heyan Qedûr, Meen Rzqelah Heykel û Nadir Qelî hatin, her weha navê 5 kompaniyan ‘’Rewafid, Bunyan Elxase Elmisahîme, kompanya Eman Elmisahîme, kompanya Mîrza û kompanya Elmitewirîn. ‘’
Sizayên Yekîtiya Ewropî bi nehêlana çûna ber bi dewletên Yekîtiya Ewropî, û rawestandina pereyên kes û kompanyan in, her weha qedexeyê datîne ser kes û firakisyonên bi ser Yekîtiya Ewropî ve, da nema peran bidin wan kesên di lîsta sizayan de.
Berpirsiyarekî Ewropî roja pêncşembê ragehandibû ko encûmena yekîtiya ewropî li ser asta wezîrên derve dixwaze di rûniştina xwe ya dahatî de roja duşembê 21 vê mehê, sizayên li dijî takekes û dezgehên ligel rêjîma Esed berfireh bike.
Berê jî sala 2017ê yekîtiya ewropî sizayin wek van li ser mezintirîn berpirsiyarên rêjîma Esed sepandibûn, bi sedema ku destê wan di pirogramê çekên kîmawî li welat hebû.
Yekîtiya Ewropî dest bi ferzkirina sizayan lidijî kesayetiyin abûrî û siyasî tevlî Serekê rêjîmê Beşar Elesed kir, her weha takekesin ji malbata wî, piştî destpêkirina şoreşê 2011ê, her weha dijî kompaniyên bi rêjîmê re têkildar in,
Tête destnîşankirin ko sizayên yekîtiya ewropî berdewam têtin zêdekirin ji 2011-2014ê ve, û ew yek ji giringtirîn sizayan e di dîroka yekîtiya ewropî de, û em Karin bêjin ku ew hemû têkildariya bazirganiya ewropî digel rêjîma Esed û bi taybetî di biwara bazirganiya petrolê û berhemên sotemeniyê li xwe digire.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê