Wezareta karê derve ya Elmanî û Yekîtîya Oripa doza agirbestê û bidawîkirina armanckirina sivîlan ji hêla rêjîma Esed û Rûsiya li parêzgeha Idlibê kirin.
Wezîrê Elmanî Hayko Mas, diyar kir ku rewşa mirovî li parêzgeha Idlibê bobelatî ye, û hişyarî da ku wê rewş pêtir têk biçe ku ew êrîş neyên rawestandin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ji hêla xwe ve doz li civaka Navdewletî kir ku karekî bilez ji bo rawestandina rewşa bobelatî li Idlibê bike, û êrîşên rêjîma Esed û Rûsiyê rawestîne, di riya hevpeymaneke dervî Encumana Esayişa Navdewletî ya bêrol maye, bi sedema VETOyên Rûsiyê, ya hevpar e li gel rêjîma Esed di kuştina Sûriyan de.
Hayko Mas got: ” Bidehhezaran kes di rewşa pinaberiyê de di nîrên zehmet de di werzê zivistanê de dijîn, ji ber wê pêwistî heye ku ev êrîş bêne rawistandin û agirbestek cîbicî bibe “.
Di heman mijarê de, Yekîtîya Oropa doz li rêjîma Esed û hevalbendên wê kir ku êrîşên esmanî û bejayî bêne rawistandin .
Berdevkê wezareta karê derve ya Yekîtîya Oripa, Cozêf Borêl, di daxuyaniyekê de ragihand ku divê şerê ji hêla rêjîma Esed û hevalbendên wê bê rawistandin.
Cozêf Borêl êrîşên li ser sivîlan û topbarana riyên rev û penaberiyê ji hêla rêjîma Sûrî ve ya ku hijmareke mezin ji qurbaniya xistin şermezar kir.
Hêjaye gotinê ye ku serokê Emerîka, Donald Tiramp, hişyarî da her yek ji rêjîma Esed û Rûsiya ji berdewamiya êrîşan li ser sivîlan li Idlibê.
Tê zanîn ku ji 25 heyva çirîya pêşîn de, parêzgeha Idlibê rastî êrîşeke tund ji hêla artêşa Rûsî û ya rêjîma Sûrî tê, û di encamê de bisedan qurbanî ketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî