Rêkxistina Netewên Yekbûyî ya zarokan (UNESIF) tekez kir ko di cenga rêjîmê li ser miletê Sûrî de ji şeş salan ve derdê herî giran yê zarokan e, û got: “zarokên ne bi mirovên xwe re an yên ji wan cuda bûne bêtirîn ziyan dîtine”.
Cîrt Kabîlarî Birêveberê herêmî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka got ku di sala 2016ê de her şeş demjimêran zarokek li Sûriyê dimire an birîndar dibe. Û got ku ev “cihê metirsiyê ye”. û rêkxistinê vekolîn di vê hejmarê de kiriye, û bêtir got:“tê texmînkirin ko hejmara zarokan di riyalîtê de bêtir e” ew dibîne ko “belgehkirina hejmara rastîn karekî neçar e”.
Yûnîsêf di raporta xwe ya roja duşembê derxistiye de mirina 652 zarokan di sala derbasbûyî de belgeh kiriye, bi zêdebûna 20% ji sala 2015ê her weha Kablarî got ji ber hejmara rastî ve ew rêjeyeke kêm e.
Yûnîsêf di raporta xwe de destnîşan kir ko zarok ne bi tenê bi fîşek û bomban lê belê bi nekarîna gihiştina doktoran û xizmetên bingehîn jî dimirin, û da xwiyakirin ko bi melyonan Zarok li hindirê Sûrî derbider bûne, û bêhtir ji 2.3 meliyon zarok reviyane derveyî sînor ber bi walatên din ên herêmê.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe ya heştan de binpêkirinên agirbestê ya navbera 30.12 û 28ê sibata derbasbûyî anî ziman û wê kuştina 325 sivîlan û 107 zarok hem jî 56 jin û pizûrek û şeş şervanên opozisyonê piraniya wan bi destê rêjîmê hatine kuştin belgeh kirine..
Toreyê di raporta xwe de ji Rûsya daxwaz kir çimkî ew dabînkera peymanê ye ko fişarê bide ser rêjîma Beşar û ya Îranî ko jidil bi agirbestê pabend bin, an jî wê çarenivsa peymanê têkçûna tekez be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans