Roja duşembê Zarokê Sûrî Mihemed Elcindî karîbû xelata aştiyê ya navdewletî ya zarokan li Lahay li Holenda wergire, û daxwaz ji cîhanê kir ko li penaberan binerin wek mirovin siruştî, û wek penaber û koçber li wan nemeyzînin.
Elcindî ji acansa rojnamevaniya Ferensî re got: “em tenê dixwazin ko xelk derfetê bidine me da em karînên xwe ji wan re diyar bikin, û li me wek mirovên siriştî binerin”û got: ‘’ em ji we re tekez dikin ko em jî weke we mirov in‘’
Mihemed xelata xwe ji destê çalakvana Pakistanî”Malala Yûsiv Zey” wergirt, ya ko sala 2013ê heman xelat wergirtibû.
Çalakvana Pakistanî “Malala Yûsiv Zey ” got: ‘’paşeroja Sûriyê bi destê van zarokan e, û paşeroja wan bi fêrkirina wan ve girêdayî ye. ‘’
Çalakvana pakistanî got: ‘’ ‘tevlî derdê Mihemed digel malbata xwe dîtine, wî karîbû bihêle gelek zarok biçin dibistanê, û destnîşan kir ko ew bi serbilindî piştgiriya bizavên wî dike. ’
Mihemed yê ko xelat wergirt û ligel malbata xwe li Siwêdê dijî got: em ji wan kesên ko naxwazin penaber li vir bimînin re tekez dikin ko me nedixwest bêne vir, tenê ji ber bobelatên li welatê me çêdibin em hatine vir.
Berê jî Mihemed yê 16 salî li Libnanê dibistanek bi alîkariya malbata xwe ava kiribû, ko li dora 200 şagirtî li kampeke Sûrî dihatinê, Mihemed dersên matmatîk û Engilîzî didan,
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans