NY gotiye ku derdeseriyên sivîlên Sûriyê xirabtir bûne her ji dema wê daxwaza agirbestê ji berî heftiyekê de kiriye, ku ew daxwaz wek destpêşxeriyeke mirovî hatibû, lê bombebaraneke zêdetir piştî wê hat.
Duhî Elî Elze’terî nûnerê çalakiyên NY li Sûriyê û kordinatorê karubarê mirovî, xemgîniya xwe nîşan da li hember negihiştina agirbesteke mirovî ya daxwazkirî ji aliyê NY, û got ku “daxwaza me ya ji bo agirbestê ji bo bikaribin rabin bi gihandina alîkariyên mirovî û parastina sivîlan, û tevî çareserkirina nesaxên nexweşiya wan giran e û birîndaran bê bersiv ma”.
Elze’terî di daxuyaniyeke xwe de gotiye ku raport hene li ser ” kuştin û birîndarbûna bi sedên qurbaniyan, û peydabûna pêleke koçberiyê ya mezin û wêranbûna jêrxana bingehîn û bajarvaniyê û navendên pizîşkî”.
Elze’terî bangewaziyek da hemû aliyan ji bo rawestandina bombebarana li ser sivîlan û got: “dem hatiye ev tirajdî bi dawî bibe”, û daxwaz kiriye ku guh bidin ” bangewaziyên me û yên zerermendan”.
Û berpirsê navnetewî ev guhertinên dawiyê bi “yek ji xirabtirîn dem” her ji destpêka şoreşa Sûriyê li adara 2011’an dîtiye, ku bi sedên hezaran bûne qurbanî û bi milyonan ji war û cihên xwe koçber bûne.
Ji aliyê din peyvdara komsiyona Ewropî got ku “zêdegaviyên leşkerî li tevaya Sûriyê û tevlî rûdanên li ser sînorê Îsraîlê yên li heftiya borî, nîgeraniyeke mezin peyda dikin û dibe bibin sedema derencamên metirsîdar”.
Herwiha ku Mîr Zêd bin Re’id Elhusên kominsiyonerê bilind yê mafê mirov li NY li roja şembiyê gotibû ku li heftiya borî 230 sivîl bi êrîşên esmanî yên Rijêmê û Rûsiya li Idlib û Xûta rojhilat hatibûn kuştin ku dibe ev rûdan bigehin asta tawanên şer.
Hêjayê gotinê ye ku NY li roja 6’ê reşemehê û ji ber pirsên mirovî daxwaza agirbesteke bilez bo heyamê heyvekî li tevaya Sûriyê kiribû, û Îlzabêt Hof nûnera rêxistina saxlemiya cîhanî (WHO) li Sûriyê gotibû ku pêwîstiya zêdetir 700 nesaxê dorpêçkirî li Xûta rojhilat bi çareserkirina pizîşkî heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî