Şêx Ebdilkerîm Elfehel, serokê hevbendiya hozên Sûrî, tekez kir ko artlşa hozan ya ko hejmara endamên wê digehê 10hezar şervanî, amade ye berê xwe bidin rojhelatê Ferat bo valahiyê li pey vekêşana artêşa Emerîkî ya tête çavnêrkirin dagire.
Elfehel di hevpeyivînekê digel Eljazîre Nêt, diyar kir ko hejmara artêşa wan gihaye 10hezar şervanî, ji bo şerê rêkxistina Daiş û milîtanên mezhebperest bike, û dijî artêşa rêjîmê şer bike heta bête rûxandin.
Pêşindeya vê artêşê ya yekem, rizgarkirina bajarê Minbic e, û di pey re berê xwe bide rojhelatê Ferat bo herêmên erebî rizgar bike, û got ‘’ bila em li kêleka xelkên herêmê bi hebûneke rewa bin, li şûna hebûna Emerîkî.‘’
Sebaret lidarxistina kongirê berfireh yê ko hozên erebî berî du hefteyan li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê lidar xist, serokê Hevbendiya hozan diyar kir ko civîn gelekî mezin bû, bêtir ji 1200 kesî wek nûnerên hemû hozên Sûrî lê bûn, û nûnerin ji artêşa azad û rêkxistinên milî û yên hawarhatinê bi hevrêzêiyê li gel Tirkiyê amade bûn.
Bêtir got: ‘’ Wan awa û rêkên beraberiya aloziyên nû yên ko têne pêşiya şoreşa Sûriyê, û pêşvebirina birêveberiya sivîl li herêmên rizgarkirî û dabînkirina ewlehî û xizmetkariyê ji hevwelatî û derbideran re gengeşe kirin, li gora gotina wî. ‘’
Derbarê dîtina wî ji paşeroja şoreşa Sûriyê re, Elfehel got ku hemûyan dest ji miletê Sûrî berdan, û ew li ber bermîlên teqînok yên rêjîmê û firok û mûşekên şirîkên wê û yên milîtanên mezhebperest hiştin. Û tekezî kir li ser giringiya ko hemû alayên çekdar di artêşeke niştimanî de bibin yek, amanca wê rizgarkirina welat ji hemû cûreyên dagîrkeran û parsatina azadiya hevwelatiyan be.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî