Tora Sûrî ya mafên mirov duhî raportek derbarê dîkomîntkirina 136 êrîşan li ser navendên zindî li Sûriyê di heyamê meha çileya borî de belav kir, û têde tekez kiriye ku hêzên Bişar Esed û hevpeymana Sûriya û Rûsiya biserkeftîtir in di pêkanîna êrîşên ku navendên zindî li tevaya Sûriyê armanc dikin ji aliyên şerker yên dîtir.
Raportê diyar kiriye ku êrîşên li ser navendên zindî ligor aliyên encamder weha hatine dabeşkirin 54 êrîş ji aliyê hêzên Esed, û 53 ji aliyê hêzên Rûsiya, û êrîşek ji aliyê DAIŞ’ê û desteya tehrîr elşam, û 3 ji aliyê hêzên PYD’ê hatine pêkanîn.
Û di raportê de navendên armanckirî di heyva çileyê de weha hatine dabeşkirin: 34 jêrxaneyên bingehîn û 30 navendên pizîşkî û 24 navendên perwerdehiyê û 25 navendên olî û 14 avahiyên nişteciyan û 6 kampên penaberan û 2 navendên rewşenbîrî û navendek mirovî ya taybet.
Raportê tekez kiriye ku herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2139 û 2254 ji aliyê hêzên hevpeymaniya Rijêmê û Rûsiya û Îranê bi rêka kiryarên bombebarankirina bitewş hatine binpêkirin, tevlî binpêkirina madeyên 52,53,54,55,56 yên pirotokola yekemîn a paşbend a rêkeftinên Cenêvê, her weha binpêkirina (7 bingeh heta 10) bingehên yasa mirov ya navdewletî.
Hêjayî gotinyê ye ku tora Sûrî ya mafên mirov roja çarşemê raportek bi dîkomîntkirina 64 êrîşan ji aliyê rijêma Esed yên bi piştgiriya Rûsiya li ser navendên xizmetguzariyê li Xûta Rojhilat di navbera 14’ê çiriya paşiya 2017 û 6’ê reşmeha îsal de belav kiribû.
Herwiha ku li ser tora nûçeyên xwecihî ji aliyê çalakvanan ve hatibû gotin ku 15 nexweşxane û navendên saxlemiyê bi yekcarî hatine têkbirin û ji kar ketine bi sedema êrîşên firokên hêzên Esed û Rûsiya li ser Idlibê, û tekez kiribûn ku êdî tu navendên saxlemiyê li parêzgehê peyda nabin ji bo pêşwaziya birîndar û nesaxan bi sedema êrîşên rijêma Esed yên bi piştgiriya firokên Rûsiya.
Raportê daxwaza standina rêşûnên zêdetir ji Konseya Ewlekariyê kiriye piştî derxistina herdu biryarên 2139 û 2254 û cext li ser giringiya raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî û dadgehkirina tawanbaran û tevlî tawanbarên Rûsî yên destên wan di pêkanîna tawanên şer de hene kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî