Ji aliyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan ve 17 binpêkirinên bi armanckirina navendên jîndariyê di meha cotmeha vê salê de hatine belgekirin, ku bi piranî ji aliyê hêzên Hevpeymaniya navdewletî û milîsên PYD ve hatine pêkanîn, û piraniya wan bi destên hêzên Esed û Rûsya bûn, her ji adara 2011’an ve bi armanckirina navendên jîndariyê bi awayekî dubarekirî, ku tê piştrastkirin ku ev armanckirin bi mebest tê bikaranîn ji bo wêrankirina wan navendên giring.
Torê di raporta xwe de got ku 17 binpêkirinên dijî navendên jîndariyê yên sivîl di heyva cotmeha vê salê de çêbûn, ku piraniya wan li bajarê Dêrazorê li ser destê hêzên Hevpeymaniya navdewletî û hêzên “rêveberiya xweser” hatine pêkanîn, herwiha çar êrîş li ser bingehên sivîl li Idlibê ji hin alîna ku nehatine binavkirin , û sê êrîş li Hisiçayê ji aliyê “rêveberiya xweser” û “rêxistinên radîkal”, û du êrîşên li Reqayê û du li Helebê, yek ji wan ji aliyê hêzên Esed li ser dibistana bajarokê “Kefirhemra” hatine belgekirin.
Û bal kişandiye ser ku di nav navendên rastî êrîşan bûne de şeş mizgeft û pênc dibistan û du nanpêjgeh û baxçek û kampeke koçberan û tevî du navendên fermî yên xizmetgozariyê hebûn, tê zanîn ku ji aliyê torê ve 46 êrîş li ser navendên jîndariyê yên sivîl di meha nîsana bûrî de hatibûn tomarkirin, ku ji sedî 70 ji wan li ser destê hêzên Esed û Rûsya bûn.
Torê bal kişandiye ser kêmbûna êrîşên li ser navendên jîndariyê yên sivîl di dema heyva cotmehê de, beramberî sala par ya ku deverên Sûriyê nemaze yên rizgarkirî ji aliyê hêzên Esed her ji adara 2011 ve rastî êrîşan dibûn, û tekez kir ku binpêkirinên wek wan ji aliyê hemû aliyaên kartêker ve bi rêjeyên cuda cuda hatine pêkanîn, lê di heman demê de negihiştyine asta tawanên hêzên Esed û hevalbendên wê Rûsiya û Îranê, bi paşguhxistina teksta mada 52 ya di yekem protokola yedek ya peymanên Cinêvê, ku dibêje “hemû tiştên ne armancên leşkerî bin, yên nayên bikaranîn di kiryarên leşkerî de, çi bi xwezaya xwe, yan bi pêgeh û mebesta xwe, yan jî bi bikaranîna xwe de, herwiha êrîşên li ser armancên sivîl qedexe dike, bi tenê li ser armancên leşkerî yên bi reya wêrankirina wê ya giştî yan beşekî yan bi desteserkirina wan sûdên leşkerî bi dest tînin, ev tiştên pêktên li navendên tenduristî û perwerdehiyê, binesazî û cihên oldariyê û dezgehên din yên ji bo karubarên sivîlan tên bikaranîn”.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev kiryarên sîstematîk yên wêrankirina hovane şermezar kirin, û peyama xwe dide ji bo civaka navnetewî û Encumena Mafên Mirovan ji bo parastina welatiyên sivîl û saziyên sivîl yên giring, û cext li ser pêwîstiya dozgeriyên lêpirsînê li ser van binpêkirinan, yên ku bi tawanên şer li dijî mirovahiyê dibîne dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê