Bergiriya sivîl ya Sûrî diyar kiriye ku 177 kes hatine şehîdkirin û 811 kesên din birîndar bûne bi sedema êrîşên leşkerî yên hêzên Esed û milîsên Îranê yên li ser Xûta rojhilat bi piştgiriya firokên Rûsiya dibin.
Bergiriya sivîl “kumserên spî” duhî roja yekşemê di daxuyaniyekê de gotiye ku piraniya şehîd û birîndaran jin û zarok in, û daye zanîn ku 51 zarok û 34 jin di nav şehîsan de hene û 208 zarok û 192 jin di nav birîndaran de.
Bergiriya sivîl bal kişandiye ku “topxane û firokên Rijêmê û Rûsya bi dirêjahiya 16 rojan di êrîşên xwe li ser Xûta rojhilat berdewam in, û bajar û bajarokên wê bi 695 êrîşên esmanî û 645 mûşekên zemîn-zemîn û zêdetir ji 3031 top û berikan” hatine armanckirin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku hêzên Rijêmê di oparesyonên xwe yên leşkerî de li dijî xelkê Xûta rojhilat berdewam in, û sercem soz û rêkeftinên tekest kirine li ser dûrkirina sivîlan ji nakokiyên leşkerî ji aliyê wê hatine binpêkirin.
Herwiha hatiye ku 3 mûşekên bi gazên jehrê barkirî ne, ji binkên wê yên li ser navçeya navbera herdu bajarên Heresta û Dûma hatine avêtin, û bihna gazê li navçeyê û li hin taxên bajarê Dûma belav bûye, û ji ber bihnkirina gazê 6 sivîl (pênc jin û zarokek) hatine raguhestin bo navendên pizîşkî.
Bergiriya sivîl tekez kiriye ku 79 sivîlên asêmayî di bin kavilên wêrankirî de bi sedema bombebarankirina taxên bajêr, ji aliyê tîmên wê ve ji mirinê hatine rizgarkirin, ji wan 23 zarok û 31 jin bi saxî.
Bergiriya sivîl li hember vê yekê gazî li civaka navdewletî kiriye ku bi karekî bilez rabe ji bo parastina sivîlan û rawestandina êrîşên Rijêmê yên dijwar li ser Xûta rojhilat ya dorpêçkirî.
Herwiha daxwaza destêwerdaneke bilez ji bo hawarhatina Xûta rojhilat û xistina fişaran li ser aliyên kartêker kiriyr , ji bo rawestandina êrîşên leşkerî û gihandina alîkariyên pêwîst û çaresera pizîşkî ji saziyên sivîl û mafperwer yên xwecihî û navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî