Monday, 04 December 2017 17:24

19 Binpêkirin Derheqê Ragihêneran li Sûriyê di Heyva Çêriya Paşî ya Derbasbûyî de

Navenda Sûrî ya azadiya rojnamevanan li kombenda rojnamevanên Sûrî îro raportek derxist li ser binpêkirinên dijî ragihêneran di heyva çêriya paşî ya derbasbûyî de çêbûne, tê de 19 binpêkirin li dijî ragihêneran li Sûriyê ku 17 ji wan di heyva borî de çêbûne tomar kirine.

Raportê anî ziman ko rêjîma Esed ew e ya herî bêtir binpêkirin kirine bi 7 binpêkirinan, û hêzên Rûsî 3 binpêkirin kirine.

Raportê milîtanên Partiya Yekîtiya dîmuqrat û rêkxistina Daiş her yek ji wan bi yekê tawanbar kiriye, û destnîşan kir ko hin niştecihên bajarê Etarib li gundewarê Helebê berpirsiyarên 5 binpêkirinan e.

Navendê di çêriya paşî de kuştina ragihêner Mistefa Mihemed Osman Elşûn belgeh kiriye, yê ko bi êrîşên firokên Rûsî li ser bajarê Etarib li gundewarê Helebê yê rojava hat kuştin, û bi wê toreyê ji destpêka şoreşê de di adara 2011ê heta nuha kuştina 420 ragihênerî belgeh kiriye.

Navendê birîndarkirina neh ragihêneran tomar kiriye, piraniya wan ji gundewarê Şamê ne, çar ji wana bi encama bihnkişandina gazên jehrînî yên ko rêjîma Beşar Elesed li Xûta rojhilat berdane birîndar bûne.

Piraniya wan binpêkirinan li gundewarê Şam û Helebê çêbûne, parêzgeha gundewarê Şamê 9 û parêzgeha Helebê 8, ji encama bombebarankirin rêjîmê û Rûsya ya berdewam li ser parêzgehê her weha Hema û Hesekê yek binpêkirin li her yekê çêbûye. 

Li gora raporta navenda Sûrî ya azadiyan rêjîma Esed du binpêkirin di heyva çêriya pêşî ya borî de belgeh kirine, piştî ko bi pîvanên belgehkirinê re pîvane.

 Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

 

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî 19 Binpêkirin Derheqê Ragihêneran li Sûriyê di Heyva Çêriya Paşî ya Derbasbûyî de