Ji aliyê tîmeke arîkariya mirovî ve, şûnmayên pir xirab yên oparesyonên balafirên şer yên Rûsya li ser bajarokê Kefriya li gundewarê Idlibê li hefteya borî hatin eşkerekirin, tevî amara ziyanên madî û mirovî li bajêr.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li bakur, duhî di daxuyaniyekê de got ku hejmara kuştî û birîndarên sivîl heta duh roja sêşemê gihişt 21 qurbaniyên sivîl, di nav de 8 zarokên bi navan hatine belgekirin .
Tîmê diyar kir ku hejmara birîndarên hatine raguhestin li piraniya nexweşxaneyên navxweyî û derve gihiştiye 35 birîndaran, di nav de çar rewşên giran.
Li gorî daxuyaniya tîmê ku taxeka li nêzîk bajarok bi tevahî hatiye wêrankirin, ligel ziyanên li ser taxake nêzîk bi qasî dewrûbera 400 metrî, tevî armanckirina mizgefta bajêr, herwiha koçberkirina gelek derbideran bi sedema metirsiyên dubarekirina bombebarana deverê.
Li demeke pêştir sê komkujî vê dawiyê ji aliyê balafirên şer yên Rûsya li ser parêzgeha Idlibê hatin pêkanîn, ya herî berbiçav bombebarana zindana navendî li rojavayê Idlib bû, ku têde bêtir ji 40 girtan hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn, piştre komkujiyek li navenda bajarê Idlib û yek li bajarokê Kefriya hatin pêkanîn.
Hêjayê gotinê ye ku Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê, roja yekşemê di daxuyaniyekê de gotibû ku berdewamiya hêzên rejîma Esed û yên Rûsya di pêkanîna êrîşên berfereh li ser bakurê Sûriyê, bûye sedema kocberbûna zêdetir ji 130 hezar kesî.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dubare hemû operasyonên rejîma Esed û hevalbendên wê li gundewarê Hema û Idlibê şermezar kirin, û bang li civaka navnetewî kir ji bo parastina peymana Idlib û daxwaza pabendbûna bi pêvajoya agirbestê kir.
Tê zanîn ku hejmarek gund û bajarokên herdu parêzgehên Idlibê û Hemayê rastî operasyonên leşkerî bi top û mûşekan ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbendên wê hatibûn, û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar di nav welatiyên sivîl de ketibûn, tevî ku navçe beşek ji peymana agirbestê ya derbarê Idlibê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî