Duhî Firokên cengê yên hevpeymana rêjîmê û Rûsya komkujiyeke mezin li gundê Cibala li gundewarê Idlib pêk anîn, di encamê de 12 kes ji nav wan 5 zarok û sê jin şehîd ketin, her weha jinek û zilamek birîndar bûn, ko bi sê mûşekan bajarok amanc kirine.
Bajarê Xan Şêxûn jî ket ber heşt êrîşên asmanî hin ji wan dibistaneke seretayî amanc kirin, di encamê de sê sivîl şehîd ketine û sê birîndar bûne, hem bajar bi çar bermîlên teqîner yên firokên perwane û 110 mûşek û 10 guleyên dûravêj hatiye amanckirin, ji encama wê agir çêbû û mal û milkên xelkê wêran bûn.
Sê sivîlên din ji nav wan zarokek û jinek ducanî şehîd ketin, û 24 ji nav wan 16 zarok û pênc jin birîndar bûne, li bajarokê Meer Şorîn ji encama ko bi du mûşekan meydana sereke li navenda bajêr amanc kirine.
Li bajarokê Meer Tihirme ji encama bombebarana bi heşt mûşekên jihevbelav sê kes şehîd ketine, û êrîşek bi pênc mûşekan pev re , her weha pênc mûşekên barandinê zarokek li bajarê Erîha jiyana xwe jidest da, ko ew berê bi êrîşeke asmanî birîndar bibû.
Jinek û zarokê wê şehîd ketin û sê zarokên wê li bajarok Kefer Betîx birîndar bûne, ji encama du êrîşên asmanî yên bajarok amanc kirine, û li gundê Tewîl Elşîh nêzîk Ebû Eldihûr ji encama bombebarana malên sivîlan bi mûşekek teqîner du zarok birîndar bûne.
Gund û bajarokên herêma kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê dikevin ber operasiyoneke mezin ji hêla rêjîmê û Rûsya, tîma hevrêzkariya bersivdanê ya Sûrî pêr anî ziman ko hejmara şehîdan ji 2 sibatê heta 9ê cehzeranê li bakurê Sûriyê geha 697 kesan, ji nav wan 203 zarok.
Her weha rêkxistinên mafnasiyê tekez kirin ko bombebaran bêtir li ser herêmên sivîlan û bargehên bijîşkî ye, û dibînin ku ew bûye sedema ketina bi sedên sivîlan.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoteşê û rikberiya Sûriyê got ku ev tawankariyên cengê ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bilez tevbigere tako sivîlan biparêzin û jidil kar bikin bo bombebaranê rawestînin û li peymana agirbestê vegerin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî