Li bajarê Efrînê duh roja sêşemê 17/9/2019 ji encama teqîna mayinekê 3 zarok hatin kuştin û birîndar bûn.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku dema komkirina alavên kevin ji bo firotinê li hindir bajarê Efrînê; mayinek çandî teqiya, û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da, û dudiyên din jî birîndar bûn .
Tê zanîn ku çekdarên PYDê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wî berî ku derkevin mayin kirin, û di encamê de bi dehên welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê