Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku îro roja şemiyê 9 hezîranê, ji encama teqîna mayiyên çandî li bajarokê Til Rif’et li bakurê Helebê, 4 sivîlan ji xelkê Efrînê Jiyan a xwe ji dest dan û 4ên din jî birîndar bûn, zarok jî di nav wan de hene.
Zeyno navên kuştiyên ji encama teqîna mayinê bo me diyar kirin ku ew:”Umer Elo, Gulê Mistefa, û zaroka bi navê Mûna Fewzî û zarokê bi navê Mihemed Ferîd” in.
Derbarê rewşa birîndaran Zeyno bal kişand ku ew hatine veguhestin bo nexweşxaneya Til Rif’et û rewşa 2an ji wan pir xirab e.
Her wiha Zeyno da zanîn ku kuştî û birîndar ji xelkê bajarokê Raco yê gundewarê Efrînê ne.
Hêjaye gotinê ku ji ber teqîna bumbeyên çandî ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê