Bêtir ji 45 dezgeh û toreyên mirovî Sûrî yên ne desthilatdarî, daxuyaniyeke hevbeş derxistine derbarê amanckirina rêbazkirî ya hêzên rêjîmê û hevalbendên wê li ser bargehên bijîşkî li Sûriyê, ya dibe sedem ku rewşa sivîlan û karmendên mirovî têk biçe rawestîne.
Daxuyaniya dezgehan got ko bombebarana berdewam li ser bargehên bijîşkî dihêle ku xelkên lawaz ên hewcedar ji nav wan jî zarok û jin û kalemêr ji kêmtirîn mafên xwe bêpar dikin.
Dezgehan bal kişand ser ko bargehên têne amanckirin li herêmên kêmkirina şer in, yên ko li gor peymana wan divê sivîl lê parastî bin û alîkariyên mirovî bigihêjin wan.
Daxuyaniya rêkxistinan dibîne ko ev binpêkirinên berdewam yên berê û yên heta roja îro piştguhkirineke xuyanî ji yasaya mirovî re ye.
Daxuyaniyê anî ziman ko amanckirina rêbazkirî û bi mebest, dibe ku herêmê ji xizmetgozariyan bêpar bike û ziyan digehê sivîlan û wan neçar bike ko ji herêmên xwe koçber bibin.
Dezgehan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de awayê hêzên rêjîmê yê hovane pirotesto kirin, û daxwaz ji serpereşt û dezgehên Netewên Yekgirtî kirin ko hemû sivîl û kadirên bijîşkî û mirovî li Idlibê biparêzin û tekezî li ser rawestana li rex wan kirin.
Daxuyaniya dezgehan ji hevalbendên rêjîmê daxwaz kir ko kadirên bijîşkî û mirovî û sivîlan ji hemû nakokiyan bêlayen bikin û rêza yasaya mirovî ya navdewletî bigirin, û daxwaz ji dewletên kartêker û Encûmena ewlehiyê kirin ko êrîşkeran bidin dadgehên dadwer tako paşerojê çi zêdegavî li ser sivîl û kadirên bijîşkî pêk neyên.
Karta tendiristî li bakurê Sûriyê ragehandiye ko ji destpêka vê salê ve heta heya nuha li ser 41 zêdegaviyan dijî bargehên guhdana tendiristî bûye, ji wan jî armanckirina navenda tendiristî ya Seraqib û nexweşxana Me’rt Elnu’man ya niştimanî roja 4ê sibatê û navenda tendiristî li Til Mirdêx ya Kefer Nubil roja duşembê 5ê sibatê.
Ev zêdegaviyên li ser navendên tendiristî , diyar dikin ku hêj sivîl bi şêweyekî rêbazkirî li Sûriyê têne amanckirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Toreya Beledî News