Tora Sûrî ya mafên mirov hejmara qurbaniyên karmendên pizîşkî û bergiriya sivîl li Sûriyê di dawîtirîn raporta xwe de belav kiriye, û daye zanîn ku di heyva borî de neh kes ji wan hatine kuştin û 45 êrîş li ser navendên karê wan li tevaya Sûriyê hatine pêkanîn.
Tora Sûrî ya mafên mirov gotiye ku peristyar û bijîşkek û karmendekî bergiriya sivîl û du karmendên pizîşkî yên din li ser destê hêzên rijêma Esed hatine kuştin, û pizîşkek û karmendekî bergiriya sivîl û peristyarek li ser destê hêzên Rûsî hatine kuştin û hevdem pizîşkeka dinan bi destê rêxistina DAIŞ’ê hatiye kuştin.
Torê diyar kiriye ku 20 navend ji aliyê hêzên Rûsî hatine armanc kirin, ji wan 8 navendên pizîşkî û 5 ambulans û 7 navendên bergiriya sivîl, hevdem ku 16 navend ji aliyê hêzên rijêmê hatine armanc kirin ji wan 8 navendên pizîşkî û 2 ambulans û 6 navendên bergiriya sivîl.
Dîsa raportê diyar kiriye ku ji aliyê hin aliyên din sê navendên pizîşkî û 2 ambulans û navandeke heyva sor û navandeke bergiriya sivîl hatine armanc kirin, herwiha bi belgekirina êrîşeke hêzên “QSD” li ser du navendên pizîşkî.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê NY li demekê pêştir 112 êrîş li ser navendên saxlemiyê li Sûriyê li sala 2017’an hatibû belgekirin û hevdem diyar kiribû ku 13 êrîş li heyva çileya sala 2018’an bi tenê hatine pêkanîn.
Tora navhatî di dawiya raporta xwe de daxwaza cêbicêkirina biryara 2139 û bi kêmyahî pirotestokirina armanckirina navendên zindî yên radibin bi pêdawîstiyên sivîlan ji Konseya ewlekariyê kiriye.
Hevdem ku li heyva borî çend oparesyon û êrîşên esmanî yên dijwar ji aliyê Rûsiya û Rijêmê li ser parêzgehên Helebê û Idlib û gundewarê Şamê bi gazên jehrawî û napalim û bombeyên Kilusterê û çekên bitewş hatibûn pêkanîn û têde bi sedan sivîl hatibûn birîndar û kuştin û tevlî koçbarkirina bi hezaran ji cih û warê xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî