Duhî çarşembê li jêr navê ‘’ Wêneyek ji welatê min‘’, pêncî beşdarên ji Idlibê û gundewarê wê pabendiya xwe bi hêvî û jiyanê anîn ziman, di riya beşdariya di pêşengeheke hevbeş a wênekêşiya fotografî re, tevlî bombebaran û wêraniyê ya ji hêla hêzên rêjîmê û hevalbendên wê dibe.
Dezgeha “Şefeq” pêşengeha hunerî li navenda Idlibê rêkxistin kir, bi amanca ku gelek hezkerên wênekêşiya pirofeşyonal li hev kom bikin, û dîmenên ciwan ji deverên ko cengê têk birine diyar bikin, ew cenga ko rêjîmê li ser miletê Sûrî feriz kir.
Di hevpeyivîneke taybet de bo tora Beledî News, Mihemed Elhemadî ku yek ji berpirsên çalakiya pêşngehê ye, got: ‘‘Me pêşengeh bi beşdarkirina 50 şêwekarên arezûmend û yên pirofeşyonal yên Idlibê û gundewarê wê rêkxistin kir, wêneyên wan yên şûnwariyên dîrokî û xwezaya herêmên rizgarkirî ne. ‘’
Elhemadî got ku amanc ji vê çalakiyê; diyarkirina aliyê erênî yê herêmên rizgarkirî ye, û got ko dê xelat ji sê karên herî balkêş re bêne dan.
Tê destnîşankirin ko berê jî navenda ‘’Mekanî’’ ya ko piştgiriya jinê di rêkxistina “Şefeq” dike, pêşengehek ji karê destî yê jinên hatine berdan û yên bî re li Idlibê amade kir, bi amanca di civakê de kartêker bin, û çend rêkxistinên din navend bo çalakkirina jinê li herêmên rizgarkirî vekirin.
Her weha Rêkxistina jina xwende di heyva adara vê salê de, pêşengeheke karê destî ji 60 jinên ko têne rahênankirin re amade kir, û wan jinan di gelek biwaran de rahênan dîtine, wek nîgariya li ser camê, neqişandin, û tabloyên fuseyfusa, û çêkirina tiştan ji keresteyên avêtî .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî