Navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê li kombenda rojnamevanan îro pêncşembê raporteke taybet derxist tê de hemû binpêkirinên derheqê ragihênerên li Xûta rojhelat ya dorpêçkirî di heft salan de çêbûne berçav kirine.
Li gora raporta li jêr navûnîşana ‘’ piştî heft sal ji destpêka şoreşa Sûriyê, ragihênerên Xûta li jêr dorpêç û bombebaranê ne‘’ , navendê 163 binpêkirin lidijî ragihêneriyê li gundewarê Şamê bi giştî diyar kirine, 117 ji wan binpêkirinan li Xûta rojhelat çêbûne.
Di raportê de hatiye ko 55 ragihêner li Xûta rojhelat, 48 ji wan bidestê rêjîma Esed hatine kuştin, û alayin leşkerî û aliyin nediyar berpirsê kuştina 5 ragihêneran in. û raportê destnîşan kir ko wê kuştina 426 ragihêneran li Sûriyê ji adara 2011 heta dawiya sibata 2018 belgeh kirine.
Raportê anî ziman ko hejmara binpêkirinên ko navendê ew belgeh kirine gihaye 1103an, ji destpêka şoreşa Sûriyê nîveka adara 2011ê û heta dawiya sibata 2018ê, her weha hêzên Esed di serê lîsta aliyên berpirsiyar de ye, ko li Xûta rojhelat 84 binpêkirin kirine.
Navenda Sûriyê di raporta xwe de 28 rewşên lêdana li dijî ragihêneran li Xûta rojhelat ji 2011ê ve û 10 rewşên girtin û revandina ragihêneran ko aliyên cobicor pê rabûne, belgeh kirine.
Navendê 14 zêdegavî li ser dezgehên ragihandinî li Xûta nivîsandine, rêjîmê 10, alayên leşkerî 4 belgeh kirine, navendê cûreyine din ji binpêkirinan wek gefxwarin û peyketin û standina malûmilkên xelkê û bîrnameyên girtinê belgeh kirine.
Raport dîdevaniya çend çalakvanên ragihandinî yên li Xûta dorpêçkirî ne, li ser operasiyona leşkerî ya ko rêjîm li herêmê dike ya ko encama wê bi hezaran sivîl hatine kuştin û birîndar bûne axivîn. Her weha li ser astengiyên ko têne pêşiya wan gava ko bûyerên rast û dirist ji hindirê Xûta diguhêzin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî