Tora Sûrî ya mafên mirov duhî roja çarşemê raportek dîkomîntkirina 64 êrîşan ji aliyê rijêma Esed yên bi piştgiriya Rûsiya li ser navendên xizmetguzariyê li Xûta rojhilat di navbera 14’ê çiriya paşiya 2017 û 6’ê reşmeha îsal de belav kir.
Di raportê de hatiye ku êrîş bi vî awayî hatine dabeşkirin, 15 mizgeft û 7 navendên pizîşkî û 19 bazargehên gelêrî û 6 xwendingeh û 3 bexçeyên zarokan û ambulansek û wargehek sêwiyan û 9 navendên bergiriya sivîl û ambulanseke heyva sor û baregeheke xizmetgozariyên fermî.
Torê bal kişandiye ku Xûta rojhilat bi piranî hatiye topbarankirin, ku di heyamê çar heyvên borî de bi giranî rastî oparesyonên leşkerî tê.
Herwiha behsa bikaranîna gaz û çekên qedexekirî di raportê de hatiye di navbera 14’ê çiriya paşiyê û 6’ê reşemeha îsal de, lê raport nehatiye li ser behsa hejmara qurbaniyên wan êrîşan yên li ser navçeyên nişteciyan yên qerebalix.
Herwiha tora mafê mirov di raporta xwe de gotiye ku ew rabûye bi belgekirina 4 êrîşên bi bombeyên Kilusterê û 3 êrîşên gazên jehrawî tevlî bikaranîna gaza kilorê ji aliyê hêzên rijêma Esed.
Hêjayê gotinê ye ku tora navhatî di raporteke xwe ya din de hejmara qurbaniyên karmendên pizîşkî û bergiriya sivîl li Sûriyê û kuştina neh kesan û tevlî pêkanîna 45 êrîşan li ser navendên karê wan li tevaya Sûriyê di maweyê heyva borî de belav kiribû.
Pêr roja sêşemê li ser tora nûçeyên xwecihî ji aliyê çalakvanan ve hatibû belgekirin, têde hatibû ku 15 nexweşxane û navendên saxlemiyê bi carekî hatine têkbirin û jikarketin bi sedema êrîşên firokên hêzên Esed û Rûsiya li ser navçeyê ku niha hin bajarok bi carekî navendên saxlemiyê li wan nema ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî